Saziyên piştgirî dane HDP’ê ev in: Komeleya Çanda Karkeran a Kobçer (GÎK DER), Navenda Çandê ya Yuz Çîçek Açsın(YCKM), Navenda Piştevaniyê ya Civaka Kurd û Tirk (DAY-DER), Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanayayê, Yekîtiya Jinan a Sosyalîst, Navenda Civakê ya Londonê (NLCH), Navenda çandê ya Tohûm, Navenda Piştavaniyê ya Kirkisraklılar, Jin a Nû, Komeleya Piştevaniyê ya Elbîstan (EL-COM), Meclîsa Jinê ya Roj Women, Kurdish Community Centre (KURDISH), Tevgera Jinê ya Demortarîk li Ewropayê, Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronû, Navenda Civaka Kurd a Brîdghtonê, Tîlkîlîler Community Center, Mala Gel, Axlas Kîstîk Com, Komeleya Piştevaniya Çandî û Civakî ya Pazarcixiyan (PAZDER), Navenda Çandê ya Nûrhak, Navenda Civaka kurt a Notîngham, DÊRSIM-DER, Komeleya Kocgiriyan a Londonê, Komeleya Piştevaniyê ya Kaşaniyan, Gundê Dugunyûrdû (Goksun), Gundî Gozpinaz (Afşîn), Yekîtiya Perwerdeyê ya Tirk.
Jinên ciwan tevlî xebatê bûn
Jinên Ciwan ên Azad, ku di nava Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Mannheîmê de cih digirin, tevî endamên Jin ên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û pêkhateyên Jin ên HDP’ê, li meydana Paradeplatz a Mannheîmê konê agahdarkirinê vedan. Jinên Ciwan der barê HDP’ê de broşurên ji zimanên cuda belav kirin û li ser rewşa beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê, zextên HDP pê re rû bi rû dimîne agahî dan derdorê. Çalakî wê îro saet di 14:00 de li Marktplatzê dewam bike.
Li Swîsreyê jî xebatên piştgiriya HDP’ê bê navber didomin. Plansaziya ku heta 1’ê Mijdarê hatiye kirin bi beşdariya parlementer û rêveberên HDP’ê li gelek navendên Swîsreyê çalakî û şahiyên piştgiriyê têne lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN