Bi biryara 8’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Stenbolê rojnameya Ozgur Gundem bi awayekî dij hiqûqî hat girtin û 25 xebatkarên rojnameyê bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Gundem doh bi manşeta piştgiriyê derket. Rojnameya wekî pêveka rojnameya Atilimê bi manşeta “Piştgirî mezin dibe” derket. Di rûpela yekemîn a Ozgur Gundem de daxuyaniya Cemiyeta Rojnamegerên Azad a duh bi sedan kes beşdarbibûn cih girt, ji derveyê vê bertekên rêxistinên Tirkiye û Ewropayê jî di rûpela yekemîn de cih girt. Her wiha karîkatûrîst Dogan Guzel piştî ji hêla Halîl Încesu û Carlos Latuff ve hat xêzkirin, vê carê karîkatûrîstê rojnameya Evrenselê Sefer Selvî xêz kir.


YRD’ê banga piştgiriyê kir

Koordînasyona Ragihandina Demokratîk (YRD) der barê girtina rojnameya Ozgur Gundemê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, “Desthilatdariya AKP’ê ya bi zîhniyet û feraseta tekparêz welêt bi rê ve dibe, hemû azadî mafên civakê talan dike. Vê desthilatdariya despotîk herî dawî rojnameya Ozgur Gundemê girt û bi dehan xebatkarên wê binçav kir. Careke din nîşan da ku peymanên navneteweyî ji nedîtî ve tê, ji azadiya ramanê û exlaqa siyasî bêpar e.”

YRD’ê da xuyakirin, ku divê ev siyaseta AKP’ê neyê qebûlkirin û got, “Weke YRD’ê em nêzîkatiyên depotîk ên AKP’ê û Erdogan ên li hemberî çapemeniyê bi tundî şermezar dikin û bang li hemû saziyên navneteweyî û şexsiyetan dikin ku bi baldarî tevbigerin û piştgiriyê bidin dengê gelan rojnameya Ozgur Gundemê.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN