Rêvebirê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Melle Bextiyar piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî silav kirin.

Serokê Desteya Giştî ya Buroya Siyasiya Yekîtî Niştmanî Kurdistan Melle Bextyar duh li bajarê Silêmaniyê di heftemîn Fistîvala Gelawêj a Çandî ku gelek rewşenbîrên Kurd, Ereb, Fars û Firansî jî beşdar bûn de axivî û silavên xwe ji lehengên YPG’ê yên li dijî pîrçemokên tariyê yên El-Nusra şer dikin re şandin. Bextiyar diyar kir ku ew piştgiriya şoreşa Rojvayê Kurdistanê dikin.
Melle Bextiyar derbarê şoreşa Rojava de ev tişt anîn ziman: “ Xewnên me, têkoşîn, helwest û hestên me bi têkoşîna rizgarî û demokratîk û netewî a Rojavayê Kuristanê re ne, em ji kûraniya dilê xwe serkeftinê ji wan re dixwazin.”
Melle Bextiyar Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî silav kirin û ev tişt gotin: “Ji vir ji vê holê ez silavên xwe ji wan lehengan re dişînim, ew lehengên ku li dijî pîrçemokên tariyê yên El-Nusra şer dikin.” Bextiyar diyar kir  ku YPG’ê ji bo Kurdistanê şer dikin û wiha dewam kir: “Ev lehengiyeke mezin e, em qebûl bikin an nekin, ev li gorî îdeolojiya me be an na, rexneyên me derbrê wan rast bin yan şaş bin jî, tenê rastiyek heye pêwîste em hemû zanibin, ev rastî ew e ku ew pêşmerge ne û Kurdistanê diparêzin da ku careke  din neyê dagîr kirin, ev jî tiştekî pir girîng e.”

YNDK: Karekî netewî ye

Sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Demokrat a Kurdistanê (YNDK) Xefûr Mexmûrî destnîşan kir ku rêveberiya demkî ya li Rojava karekî neteweyî ye û divê hemû aliyên siyasî beşdar bibin. Mexmûrî da zanîn ku divê Kurdên Rojava bi navê Desteya Bilind a Kurd (DBK) beşdarî kongreya Cenevre-2 bibin.
Xefûr Mexmûrî derbarê rêveberiya demkî ya li Rojava hatî ragihandin de wiha got: “Niha li Rojava valehiyek heye, pêwîste partî û aliyên siyasî li ser wan valehiyan bixebitin û bi hev re rêveberiya Rojava bikin. Rêveberiya demkî ya niha hatî ragihandin û kar ji bo hilbijartinekê tê kirin ku li ser bingehekî demokratîk û nûjen rêveberî were kirin. Ev karekî netewiye û erkê hemû hêz û aliyên siyasiye bi hev re kar bikin. Yekîtî û yekrêziya me li Rojava dikare wan destkeftiyan biparêzin. Em hêvîdarin ku tevayî aliyên siyasî yên Rojava, tevlî rêveberiya demî bibin, bi hev re kar bikin û welatê xwe birêve bibin.”
Sekreterê YNDK’ê wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Niha dema wê yekêye em bi nêrînekî hevbeş temaşeyî Rojava bikin û pêwîstiya wan bihaneyên Kurdistanî heye, ne bi yên hizbî. Divê her hêzekî Kurdî, nêrîneke wan a netewî li ser Rojava hebe, tevî hemû cûdahiyan. Divê bi nêrînekî netewî temaşeyî Rojava were kirin. Wekî YNDK em ji despêka şoreşa Sûriyê ve rewşê dişopînin û piştgiriya rewşa rojavayê Kurdistanê dikin. Daxwaza me ewe şoreşa Rojava serbikeve û wekî Başûr bibe xwedî parlamento û hikûmet.”

Em piştgiriya xortkirina DBK’ê dikin

Xefûr Mexmûrî piştgiriya xwe ya ji bo DBK’ê nîşan de û wiha berdewam kir: “Em piştgiriya xortkirina DBK’ê dikin û hemû aliyên siyasî kar bikin ku DBK bikare nûnertiya Kurdan bike. Di her civîn û kongreyeke navneteweyî de nûnertiya Kurdan bike. Îtilafa Mûxalifeta Sûriyê heta niha jî dibêje emê piştî ketina rejîmê helwesta xwe li ser pirsgirêka Kurd diyar bikin.”



Elminawir: Ji bo serkeftinê emê têbikoşin
Endamê Rêveberiya Desteya Niştimanî ya Ereb Mihemed Reşad Elminawir diyar kir ku projeya rêvebiriya demî projeyeke demokratîk e û hemû pêkhate dikarin bi hevre rêveberiya herêmê bikin.  Elminawir da zanîn ku Partiya Yekîtiya Demokrtîk (PYD) projeya rêvebiriya demî pêşkêşî hemû pêkhateyan kiriye û nêrînên hemûyan girtine, lewre ev projeyeke demokratîk e. Elminawir ev tişt anîn ziman: “Gelek alî ji ber ku plan û projeyên wan yên li dijî şoreşê têk çûn, daxuyaniyên li dijî projeya rêvebirya demî didin. Lê ev proje bûye rastiyek û kesek êdî nikare jê bireve.”
Elminawir, li hemberî derdorên ku li dijî projeyê derdikevin jî nerazîbûn nîşan da û wiha dewam kir: “Yên ku dibêjin projeya rêvebiriya demî li ser pêkhateyan hatiye ferzkirin, fermo bila peşdarî civînên me bibin û bibînin çawa her kes nêrînên xwe yên azad pêşkêş dike.”
Elminawir da zanîn ku pêkhateya Ereb dê ji bo serkeftina projeyê her tiştê jidestê wan bê bike. Mihemed Reşad Elminawir diyar kir ku projeye rêvebiriya demî dê ji bo tevahî Sûriyê bibe nimûneya demokrasiyê û jiyana hevbeş.

 NAVENDA NÛÇEYAN




Nûnerên Êzîdiyan projeya rêvberiyê pîroz kir
Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê bi armanca nîqaşkirina pirojeya rêveberiya demî û hevpeymana civakî bi nûnerên ola êzdî re civiyan. Nûnerên êzdiyan rêveberî pîrozkirin.
Civîn îro li buroya Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê bi tevlîbûna Endamên Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Ebdulkerîm Umer, Hekem Xelo û Xerîb Hiso û nûnerên êzdiyan Şêx Seyîd Cindo, Milhim Sincar, Ilyas Seydo, Berkat Reşo, Ebas Umer, Faris Şemo û Mihyeldîn Ferhan hate lidarxistin.
Di civînê de pirojeya  rêveberiya demî ya Rojava û mafên êzdiyan di hevpeymana civakî de hatin nîqaşkirin. Nûnerên êzdiyan pirojeya rêveberiya Demî ya Rojava pîroz kirin.

QAMIŞLO