Dîktatorê Tirk Tayyip Erdogan wê 28-29’ê Îlonê li Elmanyayê fermê bê ezimandin. Ev jî rê li ber nerazîbûnan vedike ku ji Tevgera Azadiyê Kurd, Çepgir û demokratên Tirk û Elman wê bi hev re vê serdanê, Erdogan û hikûmeta Elman a ku wî diezimîne protesto bikin. Bi giştî 130 dezgeh û rêxistin kampanyaya bi vê armancê ya bi navê Erdogan Not Welcome destek dikin ku wê 28´ê Îlonê saet 16´an li Potzdamer Platz û 29´ê Îlonê jî saet 11´an li Deutzer Werftê çalakiyên şermezarkirina erdogan û ezimandina wî ya fermî bi rê ve bibe. Hinan ji van rêxistinan bi daxuyaniyan bang li endam û alîgirîn xwe kirin da ku beşdarî van çalakiyan bibin. Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewrûpayê (ATÎK), Yenî Kadin û YDG-Yenî Demokrasî daxuyaniyek dan û ji bo şermezarkirina Erdogan bang kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew vexwendina dîktatorê faşîst Erdogan qebûl nakin: “Em bang li her kesên alîgirê azadiya civakî, siyasî û baweriyan dikin ku bi xurtî Erdogan şermezar bikin û têkoşîna hevpar xurt bikin.” Di daxuyaniyê de îşaret bi têkiliya Erdogan a bi DAIŞ’ê re hate kirin û hate gotin, “Piştgiriya ji bo Erdogan piştgiriya ji bo faşîzmê ye.” Merkel sîleh dan Erdogan li Şengalê qetil kir Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) jî diyar kir ku ew ê serdana Elmanyayê ya dîktatorê Tirk Erdogan protesto bikin: “Bi vexwendina fermî ya hikûmeta Elmanyayê, Erdogan wê di 28 û 29’ê Îlonê de ji aliyê hikûmeta Elmanyayê bi fermî were pêşwazîkirin. Erdogan bi çekên Elmanyayê gelê me li Başûrê Kurdistanê û li Rojava qetil dike. Erdogan bi çekên hikûmeta Merkel civaka me ya Êzîdî li Şengal û Efrînê qetil kir û êrişî Şengalê dike. Elmanya bi fermî Erdogan pêşwazî dike û diyar dike ku ew piştgiriyê dide dîktator Erdogan. Em li ser navê Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat bang li hemû welatparêz û civaka xwe ya Êzidî dikin ku li dijî dîktator Erdogan û helwêsta hikûmeta Elmanyayê dakevin qadan.” Têkoşîna li dijî zilmê wezîfeya Misilmanan e Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî bi heman armancê daxuyaniyek da. CÎK´ê got, “Erdogan ê Yezîd ku 15 sal in welatê me û alema Îslamê kiriye gola xwînê, wê were Elmanyayê û ji bo ku bêhtir komkujiyan bike, wê doza çek û pereyan bike. Ev yek jî wê ji bo Kurdistan û alema Îslamê were wateya rijandina xwînê, fesadî û hilweşandinê. Her kesê ku xwe mirov, xwedî wijdan û oldar dibîne, divê li ber Erdogan rabe. Di pirtûka pîroz a Xwedê de têkoşîna li dijî zaliman weke wezîfeya bingehîn a Misilmanan tê destnîşankirin.” CÎK´ê xwest Misilman li dijî Erdogan dengê xwe bilind bikin û got, “Rawestandina Erdogan wezîfeya her Misilman û mirovê xwedî wijdan e. Em bang li her kesî dikin ku vî şexsî protesto bike.“ Cih û dema çalakiyên navendî Çalakiyên navendî yên di çarçoveya kampanyaya Erdogan Not Welcome (Erdogan tu ne bi xêr hatî) de wê li Berlîn û Kolnê bi rê ve biçin: BERLÎN: 28’ê Îlonê saet 16:00´an, li Postdamer Platzê KOLN: 29’ê Îlonê saet 11:00´an, li Deutzer Werftê

Ji niha ve  tu bi xêr nehatî

Dîktatorê Tirk Erdogan, 28’ê Îlonê wê li Elmanyayê fermê bê pêşwazîkirin. Di navê de Bremen, Hamburg, Hannover, Stuttgart, Darmstadt û Frankfurt jî dawiya hefteyê Kurdistaniya, rêxistinên çep ên Tirkiyeyî û Elman bi girseyî Erdogan û helwêsta hikûmeta Elman ku wê Erdogan fermî pêşwazî bike, rûreş kir. Di çalakiya li Frankfurtê de bi sedan kes şemiyê danê nîvrojê saet 14’an li ber Hauptbahnhofa Frankfûrtê civiyan û li ber pankarta bi nivîsa “Tu bi xêr nehatiye Erdogan” dest bi meşê kir. Meşê heta meydana Alte Operê dewam kir û li dijî Serokkomarê Tirk dirûşm hatin gotin. Çalakgeran di mîtîngê de bal kişand ser pêkanînên faşîst ên Erdogan. Di çalakiyê de ji bo xwepêşandanên 28-29’ê Îlonê yên li Berlîn û Kolnê banga tevlîbûnê hat kirin.