Konseya Leşkerî ya Suryanî bang li hêzên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ’ê kir, ku alîkariya çekên giran û cebilxaneyên leşkerî bidin Konseya Leşkerî ya Suryanî û hêzên YPG’ê, ku li dijî DAIŞ’ê li ser rûyê erdê têdikoş in.

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bi vî rengî ye: “Em bang li hêzên navneteweyî û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ‘ê dikin, ku bi erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî DAIŞ’ê rabin û destekê bidin Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Yekîneyên Parastina Xabûrê û YPG’ê, yên li ber xwe didin.

Her wiha em ji van hêzan dixwazin, ku ji bo hevseriya di şer de li dijî DAIŞ’ê biguhere û ji bo pêşî li belavbûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmê bê girtin, çekên giran û cebilxaneyên leşkerî bidin me. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku destekeke aktîf bide hêzên me yên leşkerî û beşdarî Konseya Leşkerî ya Suryaniyan bibin.

Girîng e gelê me li gorî berpirsyariya dîrokî, bi erka pîroz a parastina xaka me rabe ser piyan. Ji ber ku şerê em îro dimeşînin ji bo me şerê man û nemanê ye.”


Ji Hevşaredara Mêrdînê banga tevgerê

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay, der barê êrîşên DAIŞ‘ê yên li hemberî gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî de civîneke çapemeniyê lidar xist. Akyol Akay got, “Qîrîna Êzidiyan, Suryaniyan, Tirkmenan, Kakaiyan, Şebekan êdî bibihîzin. Ji bo ev mirov rizgar bibin çi pêwîst be divê em bikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN