Li bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê Kurdistanê Suryanîyan alîkariya madî û manewî pêşkêşî YPG’ê dikin. Suryaniyan bi taybet dermanên birînan û kincên zivistanên ji YPG’ê re şandin. Metranê Dirbesiyê Mikaîl Yaqub daxuyaniyek da û diyar kir ku ew gelê suryanî û Kurd bi salan e bi hev re dijîn û tu carî bi hev re nebûne biyanî. Yaqub, da zanîn ku hêmanê jiyana hevbeş ji bav û bapîrên xwe wergirtine û wiha got: “Em ji hezretî Îsa fêrî hezkirina her kesî bûn. Em ê zar û zêçên xwe tevli vê berxwedana bêhempa bikin.”
Nûnerê suryaniyên Dirbêsiyê mamoste Ishaq Ebdo ji axivî. Ebdo, diyar kir ku şervanên YPG’ê li Serêkaniyê dê bi ser bikevin û ev tişt anî ziman: “Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan komên çete bi ser herêma me de dişîne. Armanca wî ew e ku me bera hev bide. Ev berxwedana YPG’ê hemû lîstikên wan vala derdixe.”
DIRBÊSIYÊ