
Ji Kolombiyayê, heta bi Ingilistanê, ji Ekwatorê heta bi Elmanyayê ji seranserê dinyayê danezanên piştgiriya bi HDP´ê re û nerazîbûna li dijî dewleta Tirk û qirkirina siyasî ya li dijî vîna gelê Kurd xwe didin der. Kongreya Gelan a Kolombiyayê êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar kirin, jinên xwecihî yên Ekwatorê jî got, “Em dilsozê banga Kongreya Jinên Azad a Kurdistanê ne”.
Kongreya Gelan a Kolombiyayê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî vîna Kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew piştgiriyê didin Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd, êrîşên AKP´ê yên li dijî HDP’ê jî şermezar dikin.
Berxwedan silav kirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya pêvajoya azadiyê ya gelê Kurd de mafê serweriyê yê gelê Kurd heye û hat gotin, “Em, zextên giran ên hikûmeta Tirk a bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî hêzên muxalif û hewldanên krîmînalîzekirina protestoyan, red dikin.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşa hêzên dewletê ya li dijî protestoya 26’ê Cotmeha 2016’an a li ber avahiya şaredariyê û hat ragihandin, ev êrîş û hêrsa dewletê bi taybetî li dijî jinên li refên herî pêş bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku weke Kongreya Gelan ew têkoşîna jinên ji bo azadiyê li ber sîstemê radibin, silav dikin û ev êrîşa li dijî nûnerên jin û saziyên Kurdan bi tundî hate şermezarkirin.
Hedef mafê ragihandinê ye
Li ser binçavkirina hevserok û parlemanterên HDP´ê û zextên li ser azadiya hizr û çapemeniyê jî Kongreyê got, “Armanc, sansurkirina nûçeyên li ser bûyerên polîtîk û astengkirina protestoyên gengaz e. Bi vê sansura li dijî medya civakî, mafê civaka Tirkiyeyê yê azadiya raman û ragihandinê hatiye binpêkirin.”
Kongreyê herê dawî got “Em dixwazin rêveberên siyasî û rojnamevan derhal bên berdan.”
Jinên Ekwatorê jinên Kurd bi tinê nehiştin
Jinên endamê Konfedarasyona Neteweyên Xwecih ên Ekvadorê (COANIE) jî têkildarî êrîşên qirker ên siyasî yên AKP´ê yên li dijî Kurdan û jinên Kurd peyamek da. Di peyama nivîskî de hate gotin: “COANIE, dilsozê banga Kongreya Jinên Azad a Kurdistanê (KJA) dimîne, piştevaniya xwe nîşan dide ji bo hevrêyên ku têne krîmînalîzekirin, hemû girtiyên siyasî yên Kurd û gelê Kurd.”
COANIE´yê herî dawî êrîşên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û got, “Em li pişt jinên Kurd in û ji bo ku ji dest nekevin em wan wêrek dikin. Em bang li hemû xwişkên xwe yên li dinyayê dikin; em di tetîkê de ne û em jin bi wê têkoşînê re ne ku jinên Kurd ji bo azadiya xwe dikin.”
Ji Filipinî û Arjantiyan piştgirî
Lîga Têkoşîna Navneteweyî a Gelan (ILPS) a Avakirina Filipiniyan û Komeleya Çanda Ermeniyan a Arjantinê li dijî girtina Hevserokan û Parlamenterên HDP’ê yên hatin girtin piştgirî dan HDP’ê. Fîlîbînî û Arjantiyan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna şervanên azadiyê ya gelê kurd a li Tirkiye, Iraq, Sûriye li dijî terorizmê dimeşînin. Filîbînî û Arjantiyan di daxuyaniyê de êrîşên li ser çapemeniyê û girtina xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê jî şermezar kirin.
Ji Ingilistanê desteka Partiya Keskan
Partiya Keskan a Ingilistan û Welatê Galiyan (Green Party) bi daxuyaniyekê, girtina HDP’yiyan bi tundî şermezar kir û hişyar kir ku li Tirkiyeyê gefên nû li demokrasiyê tên xwarin.
Daxuyaniya partiyê bi îmzeya Hevserokê Green Party Jonathan Bartley hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP’ê ku partiya muxalif e, bi rengekî nehiqûqî hatin girtin. Tirkiye roj bi roj bêhtir otorîter dibe û ev rewş gefeke nû ye li demokrasiya li welêt.” Di daxuyaniyê de piştgiriya HDP´ê hat kirin û biryara HDP’ê ya boykotkirina karên li Meclîsê hat destekkirin.
Partiya Çep girtina Tûncel şermezar kir
Ji pêkhateyên herî girîng ên Front de Gaûche (Eniya Çep) a li Franseyê Partiya Çep (PG) daxuyaniyek weşand û girtina Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel şermezar kir.
Daxuyanî bi îmzeya Serketerê Partiya Çep ê ji Têkiliyên Navneteweyî Berpirsyar Djordje Kûzmanovîc hate weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Tûncel parêzvaneke mafên mirovan e, ku li nava gelek saziyên navneteweyî xebitiye û hat bibîrxistin, ku Tûncel herî dawî di sala 2015’an de tevlî Dibistana Havînê ya Partiya Çep bûye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Tûncel bi vê wesîleyê axaftineke gelekî bi bandor kiribû, ku ji bo avakirina civakeke demokratîk, sosyalîst, pir çandî, laîk, ekolojîk û hurmetdarê mafên jinan, divê têkoşîneke xurt li dijî faşîzmê were meşandin.”
Di dawiyê de doza azadkirina Tuncel û tevahiya girtiyên siyasî û bi neheqî hatine girtin hat kirin.
Dilsozên demokrasiyê tên girtin
Partiya Çep a Elman (Die Linke) ji hikûmeta Federal xwest, li hemberî operasyonên AKP’ê yên li dijî HDP’ê helwestê nîşan bide û ji bo çalakiyên li dijî Erdogan banga piştgiriyê kir.
Rêxistina Die Linke ya eyaleta Nordrheîn-Westfallenê (NRW) ku mezintirîn eyaleta Elmanyayê ye, daxuyaniyek weşand. Li ser navê partiyê Sahra Wagenknecht, Sevîm Dagdelen û Chrîstîan Leye, Ezgî Guyîldar, Amîd Rabîeh, Martîn Hantke, Hamîde Akbayir, Sevîm Sarialtûn, Gultsae Aksevî û Felîx Lenz mora xwe danîn binê daxuyaniyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Erdogan, bêdengî û xemsariyê weke ‘cesareta’ ji bo destwerdana bêhtir tund a li dijî mûxalîfan fêhm dike. Kî ji demokrasiyê bawer dike, ew tê girtin.”
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştgiriya ji bo HDP’ê erka her demokratekî li Ewrûpayê ye û ji bo xwepêşandanên protestoyî yên li dijî avakirina dîktatoriya li Tirkiyeyê tên lidarxistin, banga destekdayînê hat kirin.
Rêxistina Die Linke ya NRW wekî din hemû peymanên Elmanyayê yên li ser hevkariya polîsî werin betalkirin û leşkerên Elman ên di çarçoveya NATO’yê de li Tirkiyeyê, werin vekişandin.
NAVENDA NÛÇEYAN