Nûnera Kantonên Rojava ya Ewropayê Sînem Muhemmed hevdîtinên xwe yên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê didomîne. Muhammed têkildarî hevditinên xwe agahî dan. Muhammed ragihand ku  weke nûneritiya rêveberiya xweser û demorkatîk wan serdana payetexta Amerîka Washîngton kiriye û hevdîtinên girîng pêk anîne. Muhammed ragihand ku li gel hevdîtinên bi ednamên kongreyê û Namzetê Serokatiya DYA'ê Ted Cruz û Marco Rubio re hevdîtin pêk anîne. Sînem Muhammed her wiha bibîrxist ku di hevdîtina bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Stêfan Di Mastûra re jî li ser paşeroja sûriyeyê axifî ne. 

Têkildarî hedîtinan Muhammed wiha got: "Gelek hevdîtinên me ji bo alîkariya bi Rojava re were kirin di serî de Neteweyên Yekbûyî bi aliyên peywendîdar re çêbûn. Me çend hevdîdtin li navendên lêkolînên stratejîk li gel navenda Amerîkî ya ji bo pêşxistinê û navenda Global Security Innovative strategies ji bo pêkanîn û cih bi cih kirina demokrasiyê pêk anîn. Herwiha li ser rewşa Rojava û Sûriyeyê me projeya TEV DEM pêşkêş kirîn. 

Em beşdarî çend semînaran jî bûn. Li zanîngehên Amerîkî, wek zanîngeha bajarê New Yorkê û  anîngeha Johns Hopkins bûn."


Xweseriya Demokratîk hate vegotin

Nûnera Kantonên Rojava ya Ewropayê Sînem Muhammed dektnîşan kir ku di hevdîtin û semînerên pêk hatin de wan derfata rawekirin û guftûgoya sîstema Xewseriya demokratîk jî dîtine û wiha berdewam kir: "Nîqaş li ser sîstema Xweseriya Demokratîk a li Rojava bi çend profesorên van zanîngehan re û çend xwendevanên dokora û çalakvanan re çêbûn."

Sînem Muhammed ragihand ku bi saziyên Jinan ên  Women For Women re jî çêbûne û rewşa jinên Rojavayê Kurdistanê girtine dest. Dîsa hate bibîrxistin ku beşdariya 8. kongreya 

jinan a bi navê,  "The association for the study of the Middle East and Africa" jî bûne û di kongeryê de gelek kesayetên siyasî yên Wanshîngton û li her deverên cîhanê beşdar bûne û têkildarî van hevdîtinan jî ev agahî hatin dayin: "Em li ser rewşa Rojava û rewşa giştî ya li Sûriyeyê axivîn û em li rasta elaqeyeke baş hatin. Gelek kesayetên ji Ewrûpa û welatên cîran ku beşdarî kongreyê bibûn. Bi taybet di dema zêdebûna bûyerên terorîstî yên gihiştin Ewrûpayê û sivîl bûne hedef pêwistiya bi hevkariya  leşkerî ya hêzên demokratîk hate destnîşan kirin."

Sînem Muhammed têkildarî daxwaziyên ku wan di hevdîtinan de bilêv kirine de jî wiha got: "Me di hemû hevdîtinên xwe de eşkere kir ku pêwîstiya Rojava bi alîkariya siaysî, dîplomasî û aborî heye. Her wiha me destnîşan kir ku bi aramîkirina herêmê re bi pêşxistina projeyên di qada civakî de wê rê li pêşiya pêla koçberiyê ya ji bo Ewropayê jî bûye aloziyeke mezin karibe were girtin."


Komîtiya Alîkariyê ya bi Rojava re

Muhammed destnîyan kir ku di hevdîtinan de mamosteyên zanîngehan, rewşenbîr û nîvîskarên Emerîkî di hevdîtinan de piştgirî û dilsoziya xwe ya bi gelê Rojava re anîne ziman û li ser heman bingehî Komîteya Alîkariyê ya bi Rojava re ava kirine. Muhemed got; "Ev komîte di warên rewşenbîrî, zanistî û piştgiriya ji bo jinên Rojava de xebatê dimeşîne. Herwiha  komîteyê ragihand ku wê tevlî pêngava jinûve avakirina Kobanê bibin û di vê çerçoveyê de wê destek û alîkariyên madî bidin.  


 YENÎ OZGUR POLÎTÎKA/WASHÎNGTON