Doh êvarê Rêxistina Tevgera Azadî û Serbixwe ya Kurdistanê, bi çalakvanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, her wiha Komeleya Şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê ji bo rawestandina cezayê darvekirina Ramîn Hisên Penahî çalakiyek nerazîbûnê li Silêmanî lidar xist. Di çalakiyê de birayê Ramîn ji bo rawestandina cezayê Ramîn bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî kir û got, “Piştgiriyeke bihêz bidin Kurdên Rojhilat û bi helwêsta xwe zextan li Komara Îslamî ya Îranê bikin û daxwaza rawestandina cezayê Ramîn bikin.

SILÊMANÎ

Li dijî darvekirinê kampanya 

Dayık û bavê Ramîn Hisên Penahî bi armanca rakirina cezayê darvekirinê li Îranê kampanya dan destpêkirin û ji herkesên ku li dijî dagirkeriyêne jî xwestin ku beşdarî vê kampanyê bibin û benê darvekirinê bişewîtinin. Pêr di tora civakî de dîmeneke dayik û bavê Ramîn Hisên Penahî hate belav kirin û têde behsa ragihandina kampanyayeke li dijî cezayê darvekirinê tê kirin. Bavê Ramîn her wiha ii bo rawestina kurê xwe hevkarî û piştgirî dixwaze û ji gel têxwestin ku beşdarî kampanyaya, “Têkoşîna li dijî darvekirinê’ bibin.

SINE

Dijminê Kurdan teva ye

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi biryar û encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê re ragihand û banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û ragihandina seferberiya ji bo rizgarkirina Efrînê kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Ji ber siyaseta hovane ya Tirk aşkera diyar dibe ku êrîşên Tirkiyeyê ne tenê li dijî partî yan şepêleke Kurdî ye, lê belê li dijî hemû gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û doza Kurdî ye. Divê yekitiya helwêsta Kurdî were avakirin da ku li hemberî van siyasetan di vê qonaxa hesas de berxwedan were meşandin.” n QAMIŞLO

Qehremanê xwe spartin axê

Nûnerên saziyên sivî û şervan jî di nav de bi sedan şêniyên gundewarên Rojhilatê Dêra Zorê cenazeyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdullah Mehemûd û Mihemed Salih ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji gundê El Sebha girtin û li Şehîdgeha Hanî Hesen hate veşartin. Di merasîma li goristanê de li ser navê Fermandarên QSD’ê Ebû Leyla El Egîdî axivî. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku heta hêvî û daxwazên gel ên azadiyê bên bi cih wê dev ji rêya şehîdan neberdin. Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

DÊRA ZOR

Nîjeryayî bi hev ketin

Li navenda Nîjeryayê ev bi rojan e di navbera cotkar û sewalkaran de pevçûn diqewimin. Herî kêm 86 kesî jiyana xwe ji dest da. Pevçûn, li navenda bajêr Barkîn Ladîn pêk hat. Di encama êrîşên ku sewalkaran birî ser cotkaran de, li gorî daneyên polês heta niha herî kêm 86 kesan jiyana xwe jidest daye û 6 kes jî birîndar bûne. Her wiha ji be pevçûnan 50 mal hatine şewitandin. Li herêmê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Roja yekşemê jî ciwanên ji koma etnîkî ya Berom, li ser riya di navbera paytexta eyaletê Jos û paytexta herêma federal Abûja de senger danîn û xwediyê seyareyên ku dişibin koma etnîkî ya Poller û misilmanan kirin armanç. Li gorî rêwiyan ragihandî di van êrîşan de herî kêm 6 kesî jiyana xwe ji dest daye.

ABÛJA

Li Başûr xwekuştina jinan

Rêveberiya Polîsên Silêmanî ragihand ku jineke ciwan a bi navê (K.H.M) ya temen 26 salî ku ji ber pirsgirêkên civakî û nebûna ewlehiyê xwe spartibû stargehê dawî li jiyana xwe anî. Bûyer pêr êvarê li taxa Qirge ya bajarê Silêmaniyê rû da. Li gorî daxuyaniya polîsan ku pêr piştî bûyerê dane lêpirsîn di derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin û cenazeyê jina ciwan jî ji bo lêkolînê rakirine nexweşxaneya Tiba Edlî ya bajarê Silêmanî. Li aliyê din dîsa pêr êvarê jineke ciwan  a bi nave (Ş.M) temen 20 salî li navçeya Pêncwên a ser bi Silêmaniyê agir bi bedana xwe xistiye û piştî çend saetan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên bi dest  me ketiye di nava 6 mehên sala 2018’an de li Herêma Kurdistanê 168 welati yan hatine kuştin yan jî xwe kuştine.

SILÊMANÎ

Şerê Hûsiyan germ e

Hêzên parastina hewayî yên Siûdî ragihandin ku pêşî li du fuzeyê balîstîk hatine girtin ku ji Yemenê ber bi Riyadê ve hatin avêtin. Hûsiyan jî diyar kirin ku wan li hedefa xwe xistine. Televîzyona dewletê El Ekberiyeyê ragihand, ku du fuzeyên balîstîk ên ji aliyê raperînerên Hûsî ve hatin avêtin li ser Riyadê hatine bêbandorkirin. Hate gotin, ji ber êrîşên bi fuzeyan zerar bi tiştekî nebûye. Hûsiyan jî bi rêya televîzyona xwe El Masîra diyar kirin ku wan êrîşa bi fuzeyan kirine. Hûsiyan dan xuyakirin ku armanca êrîşê Wezareta Parastinê ya li Riyadê bû û wan li hedefa xwe xistine. Lê belê berdevkekî Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî diyar kir ku ev îdîa ne rast e.

RIYAD

Li bazara Tehranê grev

Pêr li bazara Çarsuî ya Tahranê hinek çalakî li dijî şikestina nirxê pereyê Îranê yê li hemberî dolarê Amerîkî pêkhatibûn. Di çalakiyê de hatibû diyarkirin ku îro bazara mezin a Tahranê dest bi grevê bike. Bi vê boneyê îro esnaf û kasibkarên bazara mezin a Tahranê saet 10:00’ê dikanên xwe girtin û bi dirûşmeya ‘Bigirin bigirin, em hemû bi hevrene’ berbi bazarên din ve dest bi çalakiyê kirin. Çalakvanan xwestin bazarên din jî tevlî çalakiya wan bibin. Bûhayê dolarê Emerîkî li Îranê gelek bilind bûye, ev yek di dîroka Îranê de yekem care ku ewqas dolarê Amerîkî bilind dibe.

TEHRAN