Parêzerê Saman Nesîm Kema Husênî jî got, ev yek nîşaneya wê ye ku hukmê darvekirina Nesîm hatiye betalkirin. Birayê Saman Nesîm, Muxtar Nesîm jî ragihandibû ku birayê wî niha di bin çavdêriya navendên ewlekarî de ye û hukmê darvekerinê wî jî birê ve naçe. Birayê Samanher weha got: "beriya bi 10 rojan min Saman Nesîm dît."Zivistana îsal (2015`an) Saman Nesîm, Elî û Hebîb Efşarî, Sîrwan Nejawî, Îbrahîm Îsapûr û Yunis Aqayan di rewşeke yekcar ewlekarî de, ji zindana Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê bi cihekî nediyar ve hatibûn veguhestin ku ji 134 rojanû vir ve çarenivîsa wan nehatiye eşkerekirin.
Saman Nesîm 20 salî ye, xelkê Merîwanê ye û dema binçavkirina xwe de 17 salî bû. Navbirî tîrmeha sala 2011’an, di pevçûneke ligel hêzên Sipaha Pasdaran a hikûmeta îslamiya Îranê, li Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin û piştî du mehan êşkenca li Urmiyê, bo zindana Mehabadê hatibû veguhestin.
Di encamê de Saman Nesîm bi tometa endambûna partiyeke opozisyona hikûmeta Îslamiya Îranê, herwiha, ji ber rabûna li hemberî Xwedê (miharibe), bi cezayê darvekirinê hatibû mehkûmkirin û liqa 32 a Dîwana Bilind a welatê Îranê jî, ew hukim pejirandibû.
NAVENDA NÛÇEYAN