Xeyrî, demeke dirêj di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih girt û li herêmên herî zehmet ên erdnîgariya Kurdistanê li Garzan, Botan û Zagrosan di nava refên gerîla de li dijî serdestên faşîst têkoşiya. Fîdan a ku li ser banga seferberiyê cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girt, li nava refên YPJ’ê gelek caran li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Xeyrî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, li wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji aliyekî ve zarokên Botanê yên ji neçarî li penaberiyê dijîn perwerde dike, li aliyê din li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Mexmûrê di nava refên berxwedanê de cih digire. Şervana YPJ’ê Fîdan, dema di pêngava Holê ya QSD’ê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir, ji ber êrîşa fuzeya çeteyan ji dewleta Tirk wergirtin, ji her du lingên xwe birîndar bû û tedawiya wê dewam dike.
Xwişk û bira bi saetan li hev rûniştin, bi hev re axivîn û piştre li ser vê xaka şoreşê, dest bi rêwîtiyê kirin. Ji xwe xeyala Xeyrî bû, li parçeyekî azad bigere û encamên şoreşê bibîne.
MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ/ANF/SERÊKANIYÊ