Di nava krîza ku her diçe siberoja hikûmeta Tirk tarî dike de herkes çûyîna pêvajoya aştî û çareseriyê meraq dike. Gelo eger Recep Tayyîp Erdogan serokwezîriyê wenda bike û hikûmeta AKP’ê belav bibe, wê çaxê pirsgirêka kurd wê bikeve rewşeke çitûlî?
Hinek derdorên siyasî li hemberî rewşa hikûmeta tirk a îro tevgera kurd bi bêdengiyê ve rexne dikin. Bi taybetî nijjadperestên tirk û kemalîst di serî de hinek derdor jî hên wêdetir diçin û bi awayekî bêwijdan, tevgera kurd mîna hevkarê hikûmeta AKP’ê sûcdar dikin. Tevgera kurd ji ber ku di vê aloziyê de siyaseteke li ser kûrkirina aloziyê nameşîne û polîtîkaya xwe ya xweser bi rê ve dibe, dibe hedef. Wer xuya ye ku di dilê piraniya derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê de hesabê li dijî hikûmetê destpêkirina şer a tevgera kurd heye. Ên ku kurdan rexne dikin, helbet ne ji hezkirina kurdan, bi feraseta “bera hevdu bixwin û desthilatdarî bikeve destê me” tevdigerin...
Rast e; li hemberê tevgera kurd tu muxatabên dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên diyalogê çareser bikin, tune ne. Ne Partiya Gel a Komarê (CHP) ne Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) xwedî programeke çareseriyê ye ne jî hêzeke din a bibandor a demokrat li meydanê heye.
Herwiha pirr aşkere ye ku Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî jî di vê mijarê de bêdil e û hên jî xwedî plan û bernameyeke çareseriyê nîn in. Pêşketinên konjûnktûrel ew mecbûr hiştin ku bi awayekî cuda nêzikî pirsgirêkê bibe, lê heta îro bi xapandin, manîpûlekirinê û pûçkirina hêviyan wext hat derbaskirin û tu gav nehat avêtin.
Li her çar parçeyên Kurdistan û li diyasporayê rêxistinîbûna tevgera kurd û hêza kurdan a siyasî û askerî, pêşketinên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê û bi van giştan re girêdayî, zêdebûna nakokiyên di nava hêzên serdest, bi taybetî jî yên di nava Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê û Rûsyayê di her hêlê de destê dewleta tirk bêhêz kir...
Lê ev tespît, pirsa, “gelo li piştî 30’ê adarê wê çi bibe û pêvajoya aştî û çareseriyê wê kude here?” ji holê ranake. Bi vê ve girêdayî pirsa, “kurd wê careke din dest bi şer bikin an na?” jî ji her demê zêdetir hişê mirov meşxûl dike.
Helbet tevgera kurd vê rastiyê dizane û pişta xwe bi hikûmeta tirk û Recep Tayyîp Erdogan ve girê nedaye û nade jî. Têkoşîna kurd îro li seranserê cîhanê wek têkoşîneke meşrû tê qebûlkirin û kurd di qadê dîplomasiyê de bandora xwe her ku diçe zêdetir dikin.
Bera xema tu kesî nebe; ku ji îro şûnde polîtîkayên înkar û tunekirinê bi zordestiyê nikanin werin meşandin. Kurdan bi têkoşîneke bêhempa êdî deriyê wê girtine. Ji wê wêdetir, li seranserê Bakurê Kurdistanê serkeftineke di hilbijartinên 30’ê adarê de wê pêşiya xweseriya demokratîk jî veke. Kurd wê xwe bi pratîkî bi rêve bibin û jiyaneke kurdewar birêsînin.
Eger kurd di sazkirina sîstemeke xweser de xwe sist mekin û destkeftiyên xwe biparêzin, muxatabê tirk kîjan partî an kîjan serokwezîr be, bera bibe; ew ê mecbûr bimînin ku bi tevgera kurd re rûnin û pêvajoya çareseriyê bidin meşandin.
Belkî jî muxatabekî din ê nû ji Recep Tayyîp Erdogan hên bi xêrtir be!...
Piştî 30’ê Adarê wê çi bibe?
Li Tirkiyeyê her roj derbarê pratîkên neqanûnî yên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de kaset tên weşandin. Êdî pirr aşkere bûye ku Hikûmeta Tirk mîna rêxistineke rişwetê organîze bûye û îmkanên dewletê gişt sewa berjewendiyên xwe yên şexsî û komî bikar anine. Recep Tayyîp Erdogan jî mîna serokê şebekeyê, ev organîzasyona rişwetê bi rê ve biriye û di biniya gotinên dîn û îmanê de bi milyaran lira pere xistine qirika xwe. Êdî ne qîre qîr û bare bara wî vê rastiyê ji holê radike ne jî kesekî xwedî wijdan bi gotinên wî bawer dike.