PSAKD'ê di sala 90’an de dest bi weşana Kovara Çand û Hunerê ya Pîr Sûltan Abdal kir û heta 2006'an weşana xwe berdewam kir. Kovara ku piştî 6 salan navber da, disa dest bi weşanê kir. Der barê armanca kovarê de Gerînendeyê Giştî yê Kovarê Alî Galîp, nerînên xwe anî ziman. Galip, da zanîn ku dixwazin baweriya elewiyan bi vê kovarê bidin jiyandin. Galip, destnîşan kir ku PSAKD, li ser armanca çand û baweriya elewiyan lekolîn bike, zindî bike û bide jiyandin dest bi xebatê kiribû û wiha got: "PSAKD'ê di çarçoveya xebatên xwe de kovara çandê ku 6 salin navber darbû dîsa dest bi weşanê kir. Di salên 90’an de bi awayeki çalak 63 hêjmar hatin çapkirin. Me 6 salan navber dabû û piştî navberê em dîsa dest bi weşanê dikin. Di hêjmara me ya ewil de li ser Komkujiya Sêwasê dosya taybet hatiye amadekirin. Kovar dê di meha cotmehê de dest bi weşanê bike.

Dê dîroka veşarî ronî bike

Galip, da zanîn ku kovar dê ji her 3 mehan carekê hêjmarek derkeve û salê 4 hêjmar bên çapkirin. Galip, bilêv kir ku dê mijaran wekî dosya bidnin û lêkolînên fireh bikin. Galip, anî ziman ku piştî Dosya Komkujiya Sêwasê dê di hêjmara 2'emîn de li ser helbestên Pîr Sultan Abdal dosya amade bikin. Dê li ser her mijarên çandê rewşenbir û nivîskar lêkolînê bikin û xebatê bimeşînin. Armanca me ewe ku em çand, bîr û baweriya elewiyan zindî bikin.
Galip dest nîşan kir ku di vê pêvajoya ku yek ziman, yek al, yek netew û yek bawerî tê qerîn ew dê li ser dîroka çanda elewiyan ku hatiye veşartin û windakirin lêkolîn bikin. Galip, daxuyand ku ew dê dîroka veşarî ya elewiyan ji nûve bi ruh bikin û zindî bikin û wiha got: "Dê nivîskarên wekî Tekgul Ari, Prof. Aysu Erdem, Kevser Ruhî, Arzu Demîr Alir û Tarhan Gürhan dê di atolyeyan de alîkarî û piştgiriyê bide me. Atolyeyên me dê di 3'ê Mijdarê deli navenda Giştî ya PSAKD'ê dê dest pê bike." 

DÎHA/ENQERE