Mervan Ûlaş ku ji girtîgehê reviya û xwe gihand çiyayê Kurdistanê got, “Me bi gotina ‘Kesê nebêje nabe’ dest pê kir û piştre bi baweriya xwe xurt bûn, têkoşiyan, ji astengiyan derbas bûn û di awiya dawî de xwe gihand çiyê.” 

Mervan Ûlaş, ku di Çileya 2016’an de tevî 5 hevalên xwe ji Girtîgeha Amedê reviya, da xuyakirin ku tevî hemû tedbîran jî ew her tim bi bawer bûn ku dikarin birevin û got, “Min her tim bawer dikir û li pey baweriya xwe meşiyam. Bi saya vê baweriyê niha li çiyayên xwe yên azad im, ku bi salan bi hesreta wan bûm.”

Gerîla Mervan Ûlaş ê ji Êlihê, di sala 1990’î de PKK’ê nas dike û di sala 1991’ê de tevlî nava refên gerîla dibe. Li herêmên cuda, cihê xwe di nava şer de digire. Dawiya sala 2005’an ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe û sala 2007’an li Îzmîrê dîl tê girtin. 9 salên li zindanê timî tê sirgûnkirin.


‘Min bawer kir û…’

Mervan Ûlaş bi vî rengî qala baweriya xwe ya bi revê kir: “Ez her tim bi bawer bûm ku ji aliyê fîzîkî ve ez dikarim azad bibim. Reva ji zindaneke li Tirkiyeyê li gorî yeka li Kurdistanê zehmettir e. Lê dîsa jî min timî bawer kir û li pey baweriya xwe meşiyam. Bi saya vê baweriyê niha li çiyayên xwe yên azad im, ku bi salan bi hesreta wan bûm.” Gerîla Mervan Ûlaş anî ziman, ku dema wî nêrîna xwe ya revê bi hevalên xwe re parve kir, weke şertê yekemîn ji wan re gotiye, divê kes nebêje ‘nabe’ û ji bilî vê gotinê dikare her şêwe alternatîfê pêşkêş bike. Ûlaş bi bîr xist, ku Ocalan gotiye ‘nabe nîne’ û ‘mirovê bawer bike dikare her tiştî bike’ û diyar kir, çavkaniya baweriya wî, ev felsefe ye.


‘Em azad in’ 

Weke ku tê zanin tedbîrên herî giran ên ewlehiyê li zindanan e. Li her cihî astengiyên mezin, dîwarên bilind, têl, gardiyan û nobedar hene. Ûlaş bal kişand ser van şert û mercan û destnîşan kir, ku ji bo mirovekî bawer neke û tênekoşiye, derbasbûna ji van astengiyan bi rastî jî nepêkan e û wiha pê de çû: “Em bi rojan li ser nîqaşa fîrarê û şêweyê pêkanîna wê axivîn. Em 6 heval, bi bîr û baweriya xwe ya mezin a xwegihandina çiyê, me dest bi têkoşînê kir û em ji hemû astengiyan derbas bûn. Bawerî û têkoşîna me em gihandin çiyê û em azad in.”


Divê her girtî xeyal bike

Ûlaş bal kişand ser gotina “Divê her girtiyek reva ji girtîgehê xeyal bike” ya yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz bi bîr xist ku piştî derketina ji girtîgehê anîbû ziman û diyar kir ku vê gotinê daxwaza revê bi wî re afirandiye. Ûlaş dest nîşan kir ku piştî bi salan wî xwe gihandiye çiyayên xwe yên bi hesareta wan bû.

Mervan Ûlaş piştî dîlgirtina 9 salan, pêşî xwe digihîne çiyayên Amedê. Ji me re qala wê kêliyê dike: “Careke din xwegihandina çiyê û dîtina gerîla hesteke gelekî cuda ye. Çiya ew herêm in ku mirov xwe lê azad dibînin.”


ZENDA DÎROK/ANF/BEHDÎNAN