Ji destpêka vê airbestê de ne hêzên ewlekariya Sûriyeyê û ne jî komên muxalefeta çekdar dest bi tundiyê berdan. Di van rojên dawî hem nûnerê Netewên Yekbûyî û Yekitiya Ereban ê taybet bo Sûriyeyê Kofî Annan hem j sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mon daxuyanî derbarê rewşa Sûriyeyê de dan û dan xuyakirin ku asta tundiyê li wî welatî hê jî bilinde û hikûmeta Sûriyeyê li gorî plana Annan tevnagere.
Artêşa Sûriyeyê j îli gorî tevgera vê şandeya çavdêrên ku ji 5-6 kesan pêk tê tevdigere û her ku ew serdana deverekê dikin artêş xwe dide alî û piştî çavdêr vedikişin dest bo tolhildanê dike, topebaranê dike û di serdagirtina malan de gelek kesan digrin bin çavan.
Her wiha muxalefeta çekdar jî ji hebûna çavdêran sûdê digire û hin çalakiyên xwe li dijî hêzên dewletê dike. Çav li rê ye ku hejmara çavdêran zêde bibe û zêdeyî 300 çavdêrên nû li deverên cuda ên Sûriyeyê bên belavkirin. Lê heke tevî hebûna ewqas çavdêran jî ev tundî berdewam bike dê plana Annan jî têk biçe. Ji xwe bi qasî welatên ku hêviyên wan ji planê hebû ku rewşa Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve bibe ewqas jî welatên ku naxwazin ev plan bi ser bikeve hene.
Teqîna li Hama yê
Teqîna li hemayê kul i gorî çavkaniyên muxalefetê di encama fuzeyekê an jî topebarana artêşa Sûriyeyê de li Hemayê pêk hatiye li pey xwe 70 kuştî hiştine , di nava kuştiyan de gelek zarok û jin jî hene. Heman teqîn ji alî hikûmeta Sûriyeyê jî bi rengekî din hate servîskirin Ev teqîn li gorî nûçeyên televizyona dewleta Sûriyeyê ji alî komên çekdar ve hatiye kirin û di dema amadekirina vê teqemeniyê de di nava destê wan de teqiyaye, lewre ew avahiya ji xwe re bikar dianîn jî di encama wê teqînê de zirareke mezin dîtiye. Lê di warê hejmara kuştiyan de çavkaniyên hikûmetê ne wekî 70 kes lê wekî 16 kes hatine kuştin da.
Plana piştî Annan
Wiha xuya dike her ku diçe hewldanên mezin ji bo têkbirina vê planê tên kirin û niha gavên piştî têkbirina plana Annan tên kirin û gelek îhtîmal li ser maseya Amerîka û hevalbendên wê ji bo Sûriyeyê hene. Çiqasî hin dewlet Tirkiyeyê bi ser destwerdaneke leşkerî de bajon jî lê Tirkiyeyê vê yekê bi serê xwe nake ew dixwaze di bin banê NATO’yê de bike ji ber her kes dibêje ku dê destwerdaneke leşkerî felaketeke mezin ji bo hemû herêmê bîne.
ŞAM