Li Lehistanê, kirasê marekî cinsa pîton hat dîtin ku mirov lê baniye bi vê mezinahiyê li welatên germ bibîne û xebera wê bibihîse. Kirasê hatiye dîtin, yê marekî ye ku 5 û nîv metroyan dirêj e. Hasil ev ev mar ne yê erdên Lehistanê ye.   

Vî marî qederê du mehan li Lehistanê ji kesên ew dişopad yan jî dixwest wî bigire reviya û ji ber ku mê ye jî navê Bertha lê hatiye kirin.

Hasil êdî em dizanin ku Bertha pîtoneke Hindî ye (Python molurus molurus), ya rastî ji xwe tenê çend kesên ku xwestine wê bibînin, karîn bi rastî wê bibînin. Animal Rescue Poland (Rizgarkirina Heywanan a Lehistanê - ARP) di Tîrmehê de bi agahdarkirina hin kesan ji meseleyê haydar dibe. Hingê kirasekî maran ê ji 2 metroyan dirêjtir li nêzî Çemê Vistula yê li başûrê paytext Varşovayê tê dîtin. Dema ARP lêkolînê li derdorê dike di nava giyê de parçeyê duyem ê kirasê marî yê guhertî dibîne, ew jî qederê 5 metroyan dirêj e. Ji ber wê jî ew wisa qebûl dikin ku dirêjiya marî 6 metroya. Lê ev marê ku weke pîtonê Hindî hatiye naskirin, 5 metor û nîv dikare bê qebûlkirin li gorî texmînên maqûl.

Li ber çêm ranekevin

Rayedaran xelk hişyar kir û got, mar hem birçî û hem jî ji ber wê êrişkar diyar bû, ji ber wê jî çêtir e, kes li nêzî çemî xwe dirêj neke û raneze, heta ku mar tê girtin. Hasil niha êdî li wî pîtonî bi kûçikan, bi dron û botan, û bi komên polîs digerin, qederê 80 kesî bi dîtina Berthayê daketine.

Pîtonên Hindî bi heywanên mîna kîvroş, mişk cird û hin heywanên din ên bi guhan xwe xwedî dikin. Hin pisporên heywanan bi xwe wisa hizir dikin ku Bertha ji mêj ji ber wî çemî bi dûr ketibe û ji xwe re erdên nû peyde kiribin.

 

VARŞOVA