Bi dehan kesayetên navdar ên Ingilîstanê ku parlamenter, sendîkavan, hiqûqnas, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û profesor jî di nav de ne, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Komîsyona Ewrûpayê (KE) re şand û jê xwest, li dijî tecrîdê ‘Pîvanên Nelson Mandela’ bixe meriyetê
Di nameyê de hate gotin, pîvanên li ser nêzîkatiya li girtiyan sala 1957’an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine qebûlkirin û hate xwestin, pîvanên Neteweyên Yekbûyî yên weke ‘Pîvanên Nelson Mandela’ jî tên naskirin, bi cih werin anîn.
Di nameyê de hate gotin, li gorî Pîvanên Nelson Mandela mehkûmên li girtîgehan di rewşeke îstîsnaî de dikare bê tecrîdkirin û kesek herî zêde 15 rojan û rojê herî zêde 22 saetan dikare ji mirovên din bê dûrxistin.
Di nameyê de hate bibîrxistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê hiştin û hate gotin, “Di nava 20 salan de bi demên dûr û dirêj hate tecrîdkirin. Di 3,5 salên dawî de destûr nehatiye dayin ku ne doktorek, ne jî parêzerên wî serdana wî bikin.”
Di nameyê de agahî hate dayin ku Guven piştî derketina ji girtîgehê diyar kir ku heta tecrîdkirina Ocalan neqede wê çalakiya xwe neqedîne û hate gotin, “Li dinyayê bi milyonan mirov hene ku daxwazên Leyla Guven dipejirînin û heyranî cesareta wê ne ku xwedî li pîvanên hiqûqê derdikeve. Em hêvîdar in hûn ê jî bi vî rengî tevbigerin.”
LONDON