Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK'ê, der barê êrîşa li hemberî kampa penaberan a Eşrefiyê de ku di encamê de bi dehan penaberan jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di encama êrîşa di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi destê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve hatiye kirin, li kampa Eşrefiyê zêdeyî 30 endamên Mucahîdên Gel ên bê çek jiyana xwe ji dest dane û hejmareke zêde jî hatine revandin.
Koordînasyona PJAK'ê ragihand ku ev êrîş ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îran û Iraqê ve hatiye kirin û ev siyaseta komkujiyê ya Serokdewletê nû Rûhanî berdewama siyaseta Ehmedînejad e.
Di dawiya daxuyaniya PJAK de weha hat gotin: “ Em weke Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, van êrîşan weke komkujiya li ser xelkê sivîl û penaber dibînîn û bi awayekî tund şermezar dikin. Em daxwaz ji navendên mafên mirov û Neteweyên Yekbuyî dikin ji bo erk û berpirsyartiya xwe bi cîh bînin. Ji ber ku ev êrîşane ji derveyî sînorê Îranê bi hevkariya dewleta Îslamî ya Îranê hatine li darxistin. Pêwîste nerazîbûna xwe nîşanî vê buyerê bidin.” 

SINE