Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAKʼê Kongreya xwe ya şeşan di 10-11'ê Adara 2020'an de bi durûşmeya "Bi pêşxistina neteweya demokratîk ber bi yekîtiya demokratîk a gelên Îranê ve" li çiyayên Kurdistanê hate lidarxistin.

Di encamnameyê de hinek agahî der barê kongreyê de têne dayîn:

“Di Kongreyê de karê 3 salan ê PJAK'ê bi şêweyekî rexnegir hate nirxandin. Ji bo astengî û kêmasî werin çareserkirin di çarçoveya nêrîn û perspektîfên Rêber Apo de nîqaş hatin kirin.

Kongreyê endamên rêveber ên Meclîsê ku ji 16 kesan pêk tê hilbijart û bi pir-dengiya delegeyan Zîlan Vejîn û Siyamend Moînî dubare wek hevserokan hatin hilbijartin.

Di vê qonaxa girîng de ku li Kurdistan û Herêmê guhertinên çarenûsaz rû didin, lidarxistina Kongreya PJAK’ê ya 6’emîn pêngaveke watedar û girîng e.

Gelên Îranê nikarin xweragirin

Di Kongreyê de bi berfirehî îşaret bi rewşa Îranê hate kirin û hate destnîşankirin ku Îran ji ber gendeliya sîstematîk a ku ji hebûna hêzeke mutleqgera ya gendel, rêveberiya bêkarîger tê, sebebê bingehîn ê qeyranê ye. Rejîm ji bo bêkarîgerîbûna xwe veşêre û bûyeran berovajî nîşan bide, di hemû herêmên Îranê, heta bajêran jî payîgehan (Qereqol) Leşkerî saz kiriye û bêtir atmosfera welat mîlîtarîze kiriye. Bi taybet herêma Rojhilatê Kurdistan, Xuzistan û Belûçistanê îdam, teror, girtinên komî yên di bin navê ewlekariyê de, sebr û tehemûla gelan dawî lê aniye.

Herêm û bi taybet Îran pêdiviya wê bi guhertinên bingehîn ên pergalê heye û bêyî pêkhatina vê wê derfetê demokrasiyeke rasteqîn tune be.

Çareyên PJAKê stratejîk in

Têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi nasnameya PJAK’ê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd û gelan li Îranê, avakirina pergaleke demokratîk daneheveke girîng bi xwe re derxistiye holê. Di vê rêya pîroz de bi sedan hevrê û hevalan giyana xwe feda kirine, bi sedan di girtîgehan de bi berxwedaneke bêmînak kelehên zilmê hildiweşînin. Me di qonaxa têkoşîna xwe ya 15 salî de nêzîkatiyeke berfireh û çaresaz raber kiriye, proje û planên çareseriyê pêşkêş kiriye. Ev proje demkin nînin û di vê pêvajoya hesas de bi şêweyeke ron derketiye holê ku dikare pratîze bibe û pêk werin.

Çare yekîtî û demokrasî ye

Di Kongreya 6’emîn ya PJAK’ê de erka bingehîn; şoreşa azadiya Rojhilatê Kurdistanê û demokratîkirina Îranê hatiye dupat kirin û bi armanca pêşxistina Sîstema Netewa Demokratîk giranîdana Siyaseta Demokratîk, Avakirina Yekîtiya Netewî û Pêşxistina Hevgirtina Demokratîk ya Gelan wek xebatên stratejîk hatin destnîşankirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN