Partiya Jiyana Azada Kurdistanê (PJAK) 4. Kongeraya xwe a Awerte li darxist. Di kongreyê de damezrandina KODAR’ê weke “gavekî dîrokî ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk” nirxand, ji bo hevserokatiya partiyê jî Ebdulrehman Hecî Ehmedî û Evîndar Rênas hatin bijartin. Had tiyar kirin ku PJAK wê di avakirina civakeî demokratîk de xwe berpirs bibîne û wê ji bo tekoşîna îdeolojîk û siyasî a Rojhilatê Kurdistanê pêşengiyê bike.

Parity Jiyana Azada Kurdistanê (PJAK) 4. Kongeraya xwe a awerte li darxist. Kongreya ku li Qadên Parastina Medya pêkhat de 101 delege tevlî bûn. Di daxuyaniya girêdayî kongreyê hat kirin de hat diyar kirin ku delegeyan pêvajoya siyasî a Rojhilata Navîn û pêşketinên li Îranê bi şêweyekî berfireh nirxandine. Di belavokê de hat diyar kirin ku kongre di pêvajoyekî dîrokî de hatiye pêkanîn û bal hate kişandina ser ku modelela netew-dewletê êdî xelas bûye.
Di kongreyê de biryarên giring hatin girtin:

* PJAK di çerçeveya paradigma azadiya zeyendî, demokratîk û ekolojîk de wê ji bo civakekî azad û demokratîk tekoşîn bide û tekoşîna xwe mezin bike.
* PJAK damezrandina KODAR’ê ji bo avakirina konfederalîzma demokratîk weke gavekî dîrokî dinirxîne.
* Ji bo avakirina civakekî demokratîk  PJAK xwe berpirs dibîne û wê ji bo tekoşîna siyasî û îdeolojîk a li Rojhilatê Kurdistanê pêşengiyê bike.
* Di avakirina xweseriya demokratîk de tenê wê ne rizgarbûna gelê Kurd a hemû gelê Îranê bibîne û ji bo komarekî demokratîk pêşengiyê bike.
* Jin pêşengên civakê ne. PJAK ku hemû xebatên xwe li ser vî bingehî dimeşîne, sîstema hevserokatiyê ji bo xwe bingeh dibîne.
* Ji bo civakekî azad û demokratîk parastina cewherî weke prensibekî bingehîn digire dest  û vêna yek ji erkên KODAR’ê dibîne.
* Di çareseriya pirsgirêka Kurd de prensîbên demokratîk bingeh digire.
* Yekitiya gelê Kurd û siyaseta demokratîk ji bo xwe bingeh dibîne.
* Wê dinava hêzên demokrastiyê yên Îranê de yekitî çêbibe. Li ser vî bingehî ji bo hemû derdorên demorasiyê bangê dike.
PJAK ku hebûna xwe weke dayndarên yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dibîne, girêdayîna xwe a bibîranîna wan re nû kir; Kongre li hemû gelê Kurd û gelên Îranê pîroz kir. 

BEHDÎNAN