PJAK’ê ku di 4´ê Nîsana 2004´an de hate damezrandin, 8.salvegera damezirandina xwe li herêma Qendîlê pîroz kir. Pîrozbahî, di 6´ê Nîsanê de pêk hat û tevî nûnerên gelek rêxistinên kurd, kesayetên navdar, rewşenbîr, hûnermend jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Ji ber salvegera damezrandina PJAK´ê di heman demê de rastî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê, bi munasebeta rojê gêrîllayên PJAK’ê destpêkê şitlên daran çandin. Paşê bernameya çandî ya pîrozbahiyê dest pê kir.

Banga yekîtiya netewî
Di destpêka pîrozbahiyê de li ser girîngiya damezirandina PJAK’ê Endamê Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê Rêzan Cawid axafinek. Cawîd di axaftina xwe de bi taybet bal kişand ser girîngiya  yeketiya netewî û weha got: “Divê tekoşîna gelê Kurd ya li her çar aliyên Kurdistanê hevbeş bibe. Pêwîste em xwedî li hemû destkeftiyên tekoşîna azadiya Kurd derbikevin. Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd jî ji yeketiya netewî derbas dibe.”
Cawid di berdewamiya axaftina xwe de xebat û hewldanên PJAK´ê yên ji bo pêşxistina yekîtiya netewî jî destnîşan kir û weha dewam kir: “Ji roja ku PJAK´ê hatiye damezrandin heta niha me hewl daye ku em yeketiya netewî saz bikin. Hemû xebat û tekoşîna me divê çarçoveyê de ye. Em ê heta dawî di vê riyê de tekoşînê bidin.”
Piştî axaftinan, peyamanên sazî û rêxistinan yên ji bo pîrozbahiyê hatin xwendin. Bername bi sitranên hunermendan û govendê dewam kir. 

ANF/ QENDÎL