
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) fermandarê hêzên gerîla ê Rojhilatê Kurdistanê Simko di çaremîn salvgera şehadeta wî de bi daxuyaniyekê bibîr anî.
Di daxuyaniya PJAK’ê ya derbarê şehadeta şehîd Simko de wiha tê gotin: “Rejîma dagirker a Komara Îslamî ya Îranê di dirêjiya temenê deshilatdariya xwe de, heta roja me ya îro bê nasnameyî û bê nasnameyiya gelê Kurd misqalekê jî gav paşde navêtiye. Bi siyaseta xwe ya şerê taybet, hemû hêz û aliyên pêşengên civakê bê bandor kiriye. Civak jî di nava bê hêvîbûn û bê baweriyê de kiriye.”
PJAK di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Bi pêşveçûna felsefe û ramanê Apoyî û damezirandina PJAK’ê darbeyek mezin li şerxwazî û faşîzma rejîma dagirker a Îranê tê dayîn. Ji ber ku bi beşdarbûna ciwanên pêşeng ên weke; Akîf, Hêmin, Simko û Zîlanan a di nava refên gerîlayan de, qonaxek nû ya bi navê şoreşa jiyankirinê li Rojhilatê Kurdistanê destpê dike.”
Gerantiya aştiyê têkoşîn e
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rojekê piştî 1'ê Îlon Roja Aştiya Cîhanê fermandar simko jiyana xwe ji dest daye û wiha hate berdewam kirin: "Rojek piştî roja aştiyê ya cîhanê ku her kesê banga dawî hatina şer û banga aştiyê dikir, ji aliyê rejîma şerxwar a Îranê ve hat şehîd kirin. Ev jî belgeya wê yekê ye ku hemû hewldanên fermandar Simko yên ji bo aştî û demokrasiyê ya li navçeyê bû. Lewra tekane rêya garantiya aştiya li rojhilatê Kurdistan û Îranê wê bi berdewamkirina tekoşîna fermandar Simko mîsoger bibe.”
Têkildarî kesayeta fermandar Simko di daxuyaniya PJAK'ê de wiha tê gotin:"Hemû kêliyên jiyana fermandar Simko şoreşgerî bû û ji bo gelê Kurd serkeftin bû. Bingehê xeta fermandariya serdemane bû. Fermandar Simko bi mantiqekek nû, rihê hevaltî, bi exlaq û prensîbek şoreşgerî, deriyek nû ji bo gel û hêzên gerîla vekir. Herwiha bi tekoşîna xwe xwedî li rêbaz û destkeftiyên rêberê Yekîtiya Cotkaran û Komele kek Fûad Musena Sultanî kir. Ji bo bidestxistina hêviyên wî û hemû şehîdên serbilind ên gelê me, heta kêliyên dawiyê yên jiyana xwe, erkê hevaltî û şoreşgerî anî cih."
Vîna gelê me bipejirînin
Meclisa PJAK’ê soza beredewambûna tekoşîna fermandar Simko dide û wiha dawî li daxuyaniya xwe têne: “Em rejîma faşist a Îranê ji egera berdewambûna siyaseta înkar kirina gelê Kurd hişyar dikin. Êdî siyaseta rejîmê nayê pejirandin û divê êdî rejîm vîna siyasî ya gelê me bipejirîne. Divê dawî li siyaseta komkûjî û qirkirina çandî bêne.”
NAVENDA NÛÇEYAN