
Hevserokê PJAK’ê Siyamedn Muhenî û heyeta pê re serdana Partî Demokratî Kurdista-Îran (PDK-Î) ku bûbû hedefa êrîşa bombeyî kirin.
Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Muhenî û heyeta pê re duh li Koyê serdana navenda PDK-Î kir. Heyeta PJAK’ê ji aliyê rayedarên PDK-Î ku Alîkarê Serketerê Giştî Mûstafa Mewlûdî jî di nav de bû, hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muhenî qala krîzên li Rojhilata Navîn kir û balkêşa ser girîngiya yekîtî û hevgirtina her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet aliyên Rojhilatê Kurdistanê. Muhenî işaret bi têkoşîna hevbeş a ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî jî kir û bi bîr xist ku divê ew di vê qonaxê de erka xwe ya dîrokî bi cih bînin. Cigîrê Sekreterê Giştî yê PDK-Î Mustafa Mewlûdî jî li ser yekrêzî û yekîtiya aliyên Kurdan axivî û got ku berjewendiya partiyan pirsgirêka sereke ye li ber yekrêzî û yekîtiya aliyên Kurdan. Her wiha Mustafa Mewludî da zanîn ku ti kes nikare bêje li Rojhilatê Kurdistanê hêza berfirehkirina çalakiyan û girseya PJAK’ê nîne û ne raste.
Di dawiya hevdîtinê de her du partiyan bal kişandin ser peywendiyên di navbera xwe de û tekoşîna li hemberî dagirkerên di nava Kurdistanê de.
ANF / KOYÊ