Em bang li gelê xwe dikin ku çalakiyan li dar bixin û bang li pêşmergeyan dikin ku li gel gerîla û hevalan di çeperên berxwedanê de bin. Em bangê li ciwanan dikin ku çalakiyên xwe bi hêztir bikin, tenê li Qendîlê nesekinin û berê xwe bidin Bradostê jî.

Ji fermandarên HPG’ê Egîd Kelar diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hem Başûrê Kurdistanê dagir bike, hem jî têkiliya navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê qut bike. Kelar bang li rewşenbîr, ciwan û pêşmergeyan kir ku li cem gerîla cih bigirin. Ji fermandarên HPG’ê Egîd Kelar, li ser armanca dewleta Tirk a dagirkirina Başûrê Kurdistanê, helwêstên hin rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê, helwêsta gel û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re peyivî.

Gerîla Kurdistanê li dijî dagirkeriyê diparêze

Fermandar Kelar ji ANF´ê re got, armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ew e ku tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike û ji bo vê jî PKK’ê weke bahane nîşan dide. Kelar anî ziman ku armanca dagirkeriyê ya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê bi rengekî eşkere diyar bû û got, “Ji biharê û vir ve êrişên xwe yên ji bo dagirkeriyê li herêma Bradostê, li herêma Behdînanê didomîne. Hevalên me li herêma Behdînanê, li Xakurkê li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ya rast, hevalên me ji biharê û vir ve li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê, Başûrê Kurdistanê diparêzin.”

Tirkiyeyê referandûm pûç kir

Kelar dijminatiya Tirkiyeyê ya li dijî tevahiya destketiyên Kurdan jî bi mînaka referandûmê rave kir: “Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê referandûm kir, lê dewleta Tirk ew referandûm qebûl nekir. Li dijî wê rawestiya. Heger Tirkiye nebûya, referandûma li Başûrê Kurdistanê wê bi ser keta. Yên ku bi şêwazekî herî dijwar li ber referandûma Başûrê Kurdistanê rabûn, AKP û MHP bûn. Destketiyên heyî yên li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Hewldana wan ji bo wê yekê ye ku Başûrê Kurdistanê bêhtir lawaz bikin. Ji bo vê jî PKK’ê weke bahane nîşan didin. Girîng e ciwan û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê destekê bidin berxwedana hevalan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. Daxwaza me ji gel ew e ku haya xwe ji plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk hebe û li dijî vê yekê piştgiriyê bidin gerîla.”

PKK tevgereke Başûrê Kurdistanê ye jî

Fermandar Kelar got, PKK tevgereke Kurdistanî ye, lewma li her beşên Kurdistanê heye û wiha dewam kir: “PKK di heman demê de tevgereke ji Başûrê Kurdistanê ye. Kes nikare vê înkar bike. Heval beşdarî şerê Celewla bûn, ji bo azadkirina Celewla li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Li Kerkûkê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û li wê derê hevalên me şehîd jî bûn. Li Şengalê hevalan li dijî DAIŞ’ê şer kir û niha jî berxwedan dewam dike ji bo gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê. Yanî PKK di heman demê de hereketeke Başûrê Kurdistanê ye. PKK ne tenê ya Bakur e, PKK her wiha ya Başûrê Kurdistanê ye. Îsbat bû ku PKK tevgereke Başûrê Kurdistanê ye. Kengî êriş li ser Başûrê Kurdistanê bû, PKK’ê Başûrê Kurdistanê parast.”

Li Qendîlê tevahiya Başûrê Kurdistanê tê parastin

Egîd Kelar anî ziman ku ya ku beriya niha êrişî Başûr dikir DAIŞ bû, lê niha dewleta Tirk e û got, “Ya rast, DAIŞ û Tirkiye dewama hev in. Pêwîst e ev rastî were zanîn û bi vî şêweyî şerê Qendîlê bê fêhmkirin. Şerê Qendîlê şerê parastina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Lewma pêwîst e mesele weke xwe bê şîrovekirin. Nîşandana PKK’ê weke dagirker xizmetê ji dagirkeran re dike. Niha hinek dengê cuda derdikevin ku PKK’ê weke dagirker nîşan didin. Lê belê elaqeya vê yekê bi rastiyê re nîne. Em ji xelkê Başûrê Kurdistanê ne, çawa dibe ku em dagirker bin? Me ku der dagir kiriye? Yek dema li welatê xwe be, welatê xwe biparêze gelo ew çawa dibe dagirker? Artêşa Tirk hatiye Başûrê Kurdistanê, em li dijî wê artêşê şer dikin û li ber xwe didin. Lewma gotinên wiha dûrî ji rastiyê ne. Xizmetê ji dagirkeran re, ji Tirkiyeyê re dikin. Ji ber vê yekê divê gelê me bi vê rastiyê zanibe. Û pêwîste bi şêweyekî xurt li dijî wan daxuyaniyan raweste.”

Armancek jihevqutkirina Başûr û Rojhilat e

Fermandar Kelar da xuyakirin ku gelek armancên dewleta Tirk ji dagirkeriyê hene û ev tesbît kir: “Yek ji wan jî ew e ku sînorê Başûr bi Îranê re bibirre. Her wiha dixwaze Kerkûk û Mûsilê jî dagir bike. Ji bo van armancên xwe PKK’ê dike bahane.

Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê niha bê helwêst nîne. Bi taybetî hatina ciwanan a ji bo Qendîlê tiştekî pîroz e û gelekî baş e. Pêwîst e helwêsteke xurtir were nîşandan û tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê bibe mertalên zindî. Pêwîst e gelê me jî bi rengê mertalên zindî helwêstê nîşan bide. Dakevin kolanan, rabin serhildanê. Divê her roj çalakî bên lidarxistin. Ji ber ku dagirkeriya vê carê cuda ye. Êrişên li ser Bradostê tê wateya qutkirina sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.”

Ne tenê Qendîl biçin Bradostê jî

Fermandar Egîd Kelar da xuaykirin ku divê gel bi şêweyekî zane tevbigere û got, “Bi taybetî rewşenbîr û ciwan divê helwêsta xwe bi hêz bikin. Ne tenê Qendîl divê biçin Bradostê jî. Bi vî şêweyî Başûrê Kurdistanê dikare were parastin. Gerîla bi rola xwe radibe û ji bo pêşîgirtina li dagirkirina Başûrê Kurdistanê amade ye fedakariyeke mezintir jî bike. Gerîla hêzeke neteweyî ye, li ku devera Kurdistanê pêwîstî pê hebe li wir e. Ne tenê Celewla eger pêwîst bike em ê li Kirmanşar jî bin, li Ûrmiyê jî bin. Pêwîst bike em ê li Efrînê jî bin. HPG weke navê xwe ‘Hêzên Parastina Gel’ li ku derê pêwîstiya gelê Kurdistan hebe, gerîla li wir e.”

Kelar îşaret bi girîngiya berxwedana gerîla kir û got, “Kesên ku xwe weke pêşmerge bi nav dikin, çawa ku li Celewla, li Kerkûk û Şengalê li cem hevalan li dijî DAIŞ’ê şer kirin, divê niha li gel gerîla li dijî dagirkeriya Tirk jî şer bikin. Ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê niha gelekî cuda ye. Referandûma ku li Başûrê Kurdistanê pêk hat, heger ne ji Tirkiyeyê bûya, bi ser diket. Divê her kes bi vê zanibe.

Em bang li gelê xwe dikin ku çalakiyan li dar bixin û bang li pêşmergeyan dikin ku li gel gerîla û hevalan di çeperên berxwedanê de bin. Em bangê li ciwanan dikin ku çalakiyên xwe bi hêztir bikin, tenê li Qendîlê nesekinin û berê xwe bidin Bradostê jî. Li Xakurkê jî hebin. Li herêma Behdînan jî hebin.”

NAVENDA NÛÇEYAN