
Profesorê Zanîngeha Cenevreyê û Nivîskarê Le Monde Diplomatique, Vicken Chaterian got, divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê bide civaka Êzidî û jê lêborînê bixwaze.
Chaterian, profesorê Têkiliyên Navneteweyî û Medyayê ya Zanîngeha Cenevreyê ye ji bo pirtûka xwe ya li ser Komkujiya Ermeniyan, di sala 2016’an de çû Şengalê, hin danûstandin kirin û der barê serdana xwe de got, “Min dixwest heman piştî komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an biçim Şengalê, lê belê nebû. Sala 2016’an çûm Şengalê. Dema gihîştim Şengalê, min dît ku Şengal ji rewşa ku min xeyal dikir xerabtir bûye. Şopên komkujiya DAIŞ’ê li Şengalê kiribû, hîna hebûn. Bajar bi temamî hatiye hilweşandin û valakirin. Li bajêr tenê 50 malbat hebûn. Normal li bajêr 400 hezar mirov hebûn. Lê îro bûye bajarekî vala. Tenê berxwedêr û milîtan hene.”
‘Divê lêbihurîn bête xwestin’
Chaterian diyar kir ku pêşmergeyan bi bêparastin hiştina civaka Êzîdî, rê li ber komkujiya Êzîdiyan vekir û wiha dewam kir: “Pirsgirêkeke din a rêveberiya Hewlêrê jî ew e, ku hê jî li ser bûyerên wê rojê qewimîn daxuyaniyek nedaye. Çima li ser bûyerê daxuyaniyekê nade? Bi durustî nêzî Êzîdiyan nabe û ji civaka Êzîdî lêborîn nexwestiye. Xwestina lêborînê gelekî girîng e. Eger li ser bûyerên wê rojê qewimîn daxuyaniyê nede û lêborînê nexwaze, ev ê were wê wateyê ku helwesta wê rojê nîşan dayî, dibe ku di dema pêş de jî dubare bikin.”
Chaterian got, “Bi dîtina min, hikûmeta Hewlêrê bi rengekî stratejîk tevgeriya û ji bo DAIŞ êrîşî Hewlêrê neke, Şengal kir qurban” û destnîşan kir, siyaseta rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya di dema peydebûna DAIŞ’ê de bi pirsgirêk û li ser hesabên şaş bû.
‘Li Şengalê hez ji PKK´ê tê kirin’
Chaterian dewra YPG û PKK’ê di afirandina korîdora insanî ya ji bo Şengalê de bi bîr xist, û got, helwesta ku PKK’ê nîşan da, bû sedem ku civaka Êzidî gelekî hez ji PKK’ê bike û got, “PKK îro hem li Şengalê, hem jî li çiyayên Şengalê bi rêzdariyeke mezin tê pêşwazîkirin. Herêm hê di bin bandora sempatiya xurt a ji bo PKK’ê de ye.”
Chaterian îşaret bi siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî Şengalê kir û wiha dewam kir: “Eger civaka Êzîdî PKK’ê dipejirîne û ji PKK’ê gelekî hez dike, wê çaxê PKK’ê weke xeterekê nabîne. Civaka Êzîdî hebûna PKK’ê ya li herêmê qebûl dike û dixwaze PKK li wir bimîne. Rastiya ku hikûmetên Enqere û Hewlêrê qebûl nakin, ev e. Civaka Êzîdî ku bi temamî bê parastin di nava lepên DAIŞ‘ê de hate hiştin, bi têkoşîna PKK’ê hate rizgarkirin. Her kesên ku ez li Şengalê pê re axivîm, ev yek got. Piştî vê helwêsta PKK’ê, hurmet û baweriya civaka Êzidî ya ji PKK’ê re, gelekî normal e. Hebûna PKK’ê ya li Şengalê îro jî ji bo civaka Êzîdî cihê piştrastiyê ye.”
‘Qedexeya PKK´ê tewş e’
Profesor Vicken Chaterian li ser vê rewşê, biryara di lîsteya rêxistinên “terorê” de bicihkirina PKK´ê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û hin welatên Ewrûpayê, weke rewşeke tewş û bêwate bi nav kir. Chaterian PKK weke rastiyeke Rojhilata Navîn pênase kir û got, “Pêwîst e, ev rastî li qada navneteweyî bê nirxandin û bê qebûlkirin.”
ANF/CENEVRE