
Komîteya Karên Şehîdan a PKK'ê, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de şehîdên Cotmehê û hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got, “Li dijî qirkirin, teslîmiyet û xiyanetê ku li ser Kurdistanê tê ferzkirin, xeta Berîtan xeta berxedanê ye.“
Komîteya Karên Şehîdan a PKK, ji bo şehîdên Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand, cangoriyên di nava refên Têkoşîna Azadiyê de şehîd bûn bi bîr anî. Komîteyê destnîşankir ku di têkoşîna 40 salan di encama ked û hewldanên şehîdan de xwe gihandiye îro û destnîşan kir ku ji ber vê yekê PKK di heman de partiya şehîdan e.
Komîteyê diyar kir ku ev rewş PKK´ê ji partiyên din cuda dike û bi vê yekê rê li ber pêşketinên dîrokî yên mezin vekiriye. Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Hevrê Bêrîtan, bi jiyan û têkoşîna xwe, ev wateya dîrokî ya Şoreşa Kurdistanê derxistiye holê û bûye milîtana pêşeng a nirxên azadiyê. Feraseta jina Kurd a azad gihand civakîbûn û Kurdbûna azad, li dijî her şêwe nêzîkatiyên serdestiya mêr ên dewletperest, neteweperest, nokerî û xiyanetê bi hişmendî, îrade û fedakariyeke mezin tevlî karwanê nemiran bû.“
Xeta Berîtan, xeta têkoşînê ye
Komîteyê anî ziman ku Gulnaz Karataê û şehîdên Tevgera Azadiyê rola dîrokî ya jinên Kurd di xeta Ocalan de gihand roja îro û got, “Xeta jiyan û jinên azad a PKK'ê, di şexsê hevala Bêrîtan de veguherî wate û çalakiya mezin. Di roja îro de li dijî dagirkerî, talan, qirkirin, teslîmiyet û xiyaneta ku li ser gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn tê ferzkirin, xeta têkoşînê ya herî bi bandor û encamgir e. Em weke gel û tevger ji her demê bêhtir bi biryar û xurt in, ku em ê di xeta Bêrîtan de bijîn, têbikoşin, nirxên azadiyê yên şehîdên me yên leheng bi fedakarî û kedeke mezin afirandin biparêzin û şoreşa Kurdistanê bi rêbaza şoreşa Rojhilata Navîn bi ser bixînin.“
ANF/BEHDÎNAN