
Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî êrîşên li dij Şengal û Xereçoxê daxuyaniyeke tund weşand û ragihand ku hêzên HPG û YJA-Starê li her cihê ku pêwist be wê hebin û li dij faşîzma DAIŞ, AKP-MHP’ê wê têkoşînê bidin.
Komîtiya Rêvebre a PKK’ê bibîr xist ku hestiyariya ku PKK’ê heta niha nîşan daye bi tu awayî ne hatiye bersivandin û dagirkeriya dewleta Tirk a li Sûriye û Iraqê ji aliyê hêzên navneteweyî ve ne hatiye rawestandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber vê yekê jî hem QSD û pêkhateyên wê bersivê bidin êrîşên dewleta Tirk. Hem jî hêzên HPG û YJA-Starê wê li her cihê ku pêwist bibînin hebin.
Dema biryarê hatiye
Hin beşên girîng ên daxuyaniya PKK’ê ya derbarê êrişa dewleta Tirk a li dij Şengal û Rojava de wisa ne:
Aliyê Tirk ragihand ku êrişa mijara gotinê bi agahdariya DYA, Yekîtiya Ewrupa, Rûsya û PDK’ê pêk anîne. Li ser vê yekê em bang li hemû aliyan dikin ku helwesta xwe zelal bikin. Êdî mayina di navberê de û îdarekirina her dû aliyan ne mimkûn e;
* Alîgirê dîktatoriya faşîst a Tayyip Erdogan-Dewlet Bahçeli ne, an alîgirê Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistan a Azad in?
* Alîgirên tevkujî û teroka dîktatoriya Faşîst a AKP-MHP’ê ne, an alîgirê têkoşîna gelan a demokratîk in?
* Alîgirê El Qaîde û DAIŞ’ê ne an alîgirê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd li dij her cure faşîzm-komkujiyê dimeşînê ne.
Rewşa nû, pêvajoya nû
* Bi êrişê re polîtîkayên komkujiyê yên feraseta Îttîhat û Terakî hatin domdar kirin; encamên referandûmê yên manupilekirî hatin veşartin, xwestin tevgera dij-faşîzmê biçewisînin û bi parastina faşîzma DAIŞ’ê hat xwestin têkçûna wê were asteng kirin. Êrişa Şengal hu Qereçoxê rewşeke nû ye û pêvajoyeke nû ya têkoşînê da destpêkirin.
* Gelê Kurd û mirovahiya azad wê tu caran êrişkariya tevkujer-faşîzan a li dij Şengalê efû neke.
* Êrişa li di baregeha YPG-YPJ’ê li di Kurdistana Rojava, Sûriyeya Demokrathik û mirovahiya azad hatiye kirin. Êdî ji bo YPG-YPJ û QSD’ê mafê nîşandana her cure berxwedanê li dij faşîzma AKP-MHP’ê heye. Heta hesabê êrişkariyê qat bi qat were pirsîn û hêzên faşîst û dagirker nema karibin êrişên bi vî rengî pêk bînin wê têkoşîn bidome.
Hestyariya PKK’ê bê encamp ma
Divê êdî herkes vê rastiyê bizanibe; piştî dagirkirina Cerablûs-Babê êrîşên li dij Şengalê û Rojava pêk hatin, maf dide PKK’ê ku li dij faşîzma AKP-MHP’ê li her derê hebe û bitêkoşe. Hestyarî û dîqata ku PKK’ê heta niha nîşan daye bi heman awayî ne hatiye bersivandin û hêzên navneteweyî li dij dagirkariya dewleta Tirk bê helwest mane. Êdî hêzên HPG’ê û YJA-Starê li her cihê ku pêwist bibiînin wê hebin, li dij faşîzma DAIŞ, AKP-MHP’ê li her qadê têkoşînê bidin. Faşîzm li kû hebe wê PKK jî li wir hebe û di asta pêşengiyê de wê beşdarî berxwedana li dij faşîzmê bibe.
ANF/BEHDÎNAN