Şoreşa vejînê
Peyama Komîteya Rêveber a PKK’ê ya ku bi sernavê ‘Gelê me yê rêzdar û gelên xwişk û bira yên Rojhilata Navîn’ dest pê kir wiha ye: “Dîroka PKK’ê, dîrokeke wisa ye ku bîranîn û hesreta şehîdan kiriye sedema bilindkirina têkoşînê. Şehadeta Hakî Karer bûye sedem û bingeha damezrandina Partiyê, berxwedana zindanan a bi pêşengiya Xeyrî Dûrmûş û Kemal Pîr bûye banga vegera li welat. Şehadeta Mahsûm Korkmaz artêşbûyîna gerîla afirand, şehadeta Binevş Agal û Kamûran Dundaran rê li ber Şoreşa Vejînê vekir. Bi şehadeta Bêrîtan re xeta azadiyê ya jinê veguheriye artêşbûyînê.
Fîşekên Mehmet Sîncar, Vedat Aydin, Mûhsîn Melîk bû bi dehezaran têkoşerên azadî û demokrasiyê ketine û xwîna bi van guleyan hatiye rijandin, bûye soza bilindkirin û pêşxistina Şoreşa Vejînê. Nûcanan, Mahîran, Sîdaran, Nûdayan, Adilan bi pêngava 1’ê Hezîranê re li dijî komplokerên navneteweyî û her şêweyên tunekirinê, şoreşa demokrasî û azadiyê bi pêş xistin û nîşanî tevahiya cîhanê dan ku çareseriya pirsgirêka Kurd bê Rêbertî û bê PKK’ê nabe. Huseyîn Mahîran, Mehmet Goyiyan, Çîçek Botanan, Rojîn Gewdayan, Kerîm Şirnexiyan, Reşîd Serdaran weke nîşaneyên têkoşîna azadiyê cihê xwe di dîrokê de girtin. Şîlanan, Rusteman, Xebatan û Sadikan weke pêşeng û afirînerên şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn asoyê azadî û demokrasiya rastîn afirandin.”
Partiya şehîdan
Komîteyê da zanin ku PKK ku partiyeke Şehîdan e, wek bernameyeke çand, azadî û demokrasiyê serkeftina jiyana demokratîk û azad a gelê me ji îro de pêk aniye û wiha hat gotin: “Gelê me ku ji bo azadiya PKK’ê derxistiye holê têdikoşe, afrînerê serkeftina hêza rewa ya parastina rewa ya fedayiye. Bêguman PKK dê yê ku vê serkeftinê têkoşîna xwe ya 35 salan bidomîne û bimeşîne.”
‘Çalakiyên azadiya Rêber Apo’
Komîteya Rêveber a PKK’ê deştnîşan kir ku ew van 35 salan ku ji bo gelê Kurd bûye dîrokeke bi rûmet, deyndarê şehîdên xwe ne û wiha hat gotin: “Gelê Kurd ku bi gotina ‘PKK gel e, gel li vir e’ daket qadan û qîriyan, PKK bû mêjî û dilê wan. Di 36’emîn salvegera ku em nêzî jiyaneke azad û demokratîk de ne, ji bo serkeftinên mezintir bên bidestxistin divê em damezrandina PKK’ê li her derê pîroz bikin.
Bi wesîleya salvegera PKK’ê divê, rastiya PKK’ê ya ku tu car têk naçe li her derê bê qîrîn û îradeya hêzên paşverû yên li pêş biratiya gelane bê şikandin. Divê em nîşanê hemû kesî dost- dijmin bidin ku ji bilî demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd tu rê nemaye. Divê em nîşan bidin ku PKK ne tenê hêviya Kurdistan û Tirkiyeyê ye, hêviya hemû gelê Rojhilata Navîn e. Divê hemû gund, bajarok û bajarên Kurdistanê rabin ser piyan û 35’emîn damezrandina salvegera PKK’ê pîroz bikin. . Li her derê ku coş û kelecana damezrandina PKK’ê tê jiyîn divê ev pîrozbahî biguherin pîrozbahiyên azadkirina Rêber Apo û înşakirina jineke azad.”
ANF/BEHDÎNAN