
Parlamentoya Fransayê tezkereya ku mudaxaleya Fransayê ya 19’ê Îlonê li Iraqê dabû destpêkirin dirêj kir.
Senatorê partiya rastgir a Yekîtiya Serbixwe û Demokratîk (UDÎ) Aymerî de Montesquîou di nîqaşên tezkeriyê de axivî û anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Suriyeyê nêzî 200 hezar kîlometre kare qad dagir kirine.
Senatorê Fransî pêkanîna vê û Mûsil çawa di rojekê de hat destgirtin nirxand û bi lêv kir ku ji bo ewlehiya hundir divê DAIŞ’ê bê tinekirin.
Senator pirs kir ku hê li ser xaka Fransayê çend Kouaşî û Coulîbaly hene û got: “Di vê mijarê de agahiya me tine. Hejmara cîhadiyan a li Fransayê di navbera hezar û 1500’î de tê texmînkirin. Li gorî Kurdên ku bi wan re şer dikin bêguman ev hejmar zêde ye. Ciwanên ku temenê wan di navbera 18-25’an de diguherin li dijî DAIŞ’ê bi sempatî ne û ev ji bo me alarmeke.”
Tenê Kurd li ber xwe didin
Senator pirsa ‘Gelo kîjan hêz li herêmê dikare şer bike? pirsî û got: “Bi yek gotinê ‘Kurd’. PKK’ê piştgirî da hêzên Başûrê Kurditanê. Li Sûriyeyê jî dîsa bi bandor e. PKK hêza herî bi bandor a herêmê ye. Em bi wan re bi awayekî veşarî dikarin hevkariyê deynin lê ew wek rêxistinek terorê tên nirxandin.”
Senator wiha berdewam kir: “Li dijî tehdîda bi xof a DAIŞ’ê armanca me ya bi bandor ev e ku em dîplomasiya xwe heta hevdîtinên aştiyê yê di navbera Tirkiye û PKK’ê de bigihêjin encamê pêk bînin. Her wiha ji ber ku sînorên Tirkiyeyê wek qada operasyonê tên bikaranîn divê Tirkiyeyê aktîf tevlî bibe. Esasa herî girîng a li dijî DAIŞ’ê têbikoşin ev e.
Sînorê berxwedêran û terorîstan
Senator lîsteya rêxistina terorê jî bibîr xist û got: “Divê em piştgiriyê bidin ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Her wiha sînorê di navbera berxwedêr û terorîstan de di nava demê de diguhere. Em bînin bîra xwe Manahem Begîn ê Îsraîlê û Yaser Arafat ê Filistînê xelata aştiyê ya Nobelê girtin.”
Senator anî ziman ku pêşmerge, PKK û PYD’ê êrîşên DAIŞ’ê dan sekinandin û niha dikarin 200 hezar kîlometre çarçik qad şûnde ji DAIŞ’ê bigirin.
Senator îdîa kir ku yekane hêza ku dikare vê bike Îran e û divê êrîşên hewayî yên li Sûriyeyê bên berfirehkirin.
ANF/PARÎS