´Gerîla Kerkûkê parast´
Li ser navê heyeta ji Germiyanê hat berpirsyarê pêşmergeyên Germiyanê Şîrzat Bevenûrî axivî. Bevenûrî got, "Em gelekî bi we serbilind in ku we gelê Başûr parastin. Me moraleke mezin ji we girt. Ti cûdahiya me ji hev nîne" û axaftina xwe wiha dewam kir: "YPG û YPJ ên li Rojava şer dikin jî hêza xwişk û birayên me ne. Em wan ji xwe cûda nabînin. Îro êrîş li ser her aliyê Kurdistanê heye û em hemû jî li dijî dijmin şer dikin. Hêviya me pêkhatina yekîtiyê ye û avabûna hêza hevpar a çekdarî ye. Hemû hewldan ji bo parastina gelê Kurd e."
Li Kobanê rûmet tê parastin
Bavê Karwan Gabar ê di nav refên HPG'ê de jiyana xwe ji dest da Mamoste Elî jî diyar kir ku ji bo tevahiya Kurdistanê rewşeke dîrokî ye ku gerîla di parastina Başûrê Kurdistanê de cih digire û destnîşan kir ku ev yek ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî gaveke mezin e. Mamoste Elî ragihand ku ew serbilind in ku gerîla di parastina Başûrê Kurdistanê de cih digire û got, "Em berxwedana li Rojava, berxwedana li Kobanê silav dikin. Heta dawiyê em li cem gerîla ne." Ji fermandarên HPG'ê Egîd Kelar ku heyet pêşwazî kir kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman.
ANF/KERKÛK