Parlamenterê YNK’ê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Osman got; “Hêzên PKK’ê li herêmê xwedî bandorek erênî ye û karîn hêzên DAIŞ’ê bişkênin. PKK’e li Iraq û Herêma Kurdistanê şehîd dane heya ku navendên xwe vekirine. Van parlamenteran serê xwe li kevir xistine. PKK hêzek şoreşger e û kes nikare jê re bêje ji Iraqê derkeve.”
Bila ji Tirkan re bêjin ‘derkevin’
Her wiha Mihemed Osman ragihand ku pêwîst bû li cihê ku bêjin ‘divê PKK ji Herêma Kurdistanê derkeve’ bigotina hêzên Tirkiyê yên xaka Iraqê dagirkirine, ji Iraqê derkevin.”
Heyder Ebadî bi xwe destxweşiya PKK’ê kiriye
Mihemed Osman dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em PKK’ê weke hêzek şoreşger nas dikin. Heya ku DAIŞ û metirsî hebe wê PKK li herêmê bimîne. Heyder Ebadî bi xwe destxweşiya PKK’ê kiriye. Ji bo wê kes nikare ji PKK’ê re bêje ji xaka Iraq û Herêma Kurdistanê derkevin.”
SORAN MIHEMED
KERKÛK