
Komîteya Rêveber a PKK’ê 37. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û bang li tevahiya gelê Kurdistanê, pêşengiyên mirovahiyê û berxwedêrên têkoşîna sosyalîzm û şoreşê kir, ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin.Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, „Em salvegera 37. a partiya xwe PKK’ê pîroz dikin. Ev meşa me ya azadiyê ku ji aliyê Rêberê me ve hat destpêkirin, ji aliyê şehîdên me ve hat mezinkirin û gelê me bi dayîn her şêwe berdêlan re xwedî lê derket, bi eşqa azadiyê gihaştiye sala 38’an. Di sala 38. a PKK’ê de em soza serketinê ya me daye gelê xwe dubare dikin.“
Li her çar parçeyan belav bû
Di daxuyaniyê de hat gotin, „PKK di nava van şert û mercan de, bû rojek û ji nava tarîtiyê hilat“ û ev xal hat destnîşankirin: „Ev pêngava dîrokî ya ku bi dengê azad ê Rêber Apo re bi tespîta ‘Kurdistan mêtîngeh e, rizgariya ji vê bi têkoşînê dibe’ destpê kir, di dîroka Kurdistanê de serdemek girt û serdemeke nû ya ronî da destpêkirin. Sekna bi vîn û azad a komek ji ciwanên bi pêşengiya Rêber Apo li dijî zilma mêtîngerî û modernîteya kapîtalîst civiyan, bi PKK’ê re şênber bû û li hemû parçeyên Kurdistanê belav bû.“
Rihê her serdemê xwend
Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK’ê di herikîna dîrokê de rihê her serdemê xwendiye û xwe nû kiriye û daxuyanî bi vî rengî dewam kir: „PKK bû şoreşgeriyeke bingehîn ku bersivê dide şoreşgeriyê. Ev dîroka ku her kêliya xwe bi têkoşîn, berxwedan û hewldana afirîneriyê ya bêhempa tijî ye, di şexsê gelê Kurd de veguheriye vebijarka rizgarî û berxwedana tevahiya mirovahiyê. Ev berxwedana ku dîroka şaristaniya demokratîk destnîşan dike, heta roja îro bi îdîa û biryardariyeke mezin dewam dike.“
Komkujiyê dibe sedema îsyanê
Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku êrîşên komên çete yên faşîst ên bi desteka sîstema şerê taybet a TC îro li Rojavayê Kurdistanê û Şengalê li dijî gelê Kurd tên kirin û dewama pêkanînên qirkirinê yên li hemberî civaka Kurdistanê ye û wiha dewam kir: „Hêza ku li Kobanê komkujî kir û hêza li Farqîn, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Sûr û Liceyê bi tank, top û balafiran êrîşî Kurdistaniyên dibêjin xwerêveberî dike, heman hêz e. Lê belê her hewldaneke komkujiyê ya TC yekser bi xwe yan jî bi rêya taşeronan dike, di nava gelê me de êdî rê li ber têkçûn û çavtirsandinê venake. Berevajî ev hewldanên komkujiyê dibe sedema îsyanên hîn mezintir, berxwedanên hîn xurttir. Çirûskên serhildanê her roj li bajar û bajarokên nû vêdikevin, kelehên berxwedanê bilind dikin û rastiya gelê me yê têdikoşe, xurt dike.“Di daxuyaniyê de bal hat kişandin hêza jinên Kurdistanê û ciwanên şoreşger welatparêz ku bi pêşengiya PKK’ê re ber bi azadiyê ve dimeşin, îspat kiriye ku ew garantiya pêşeroja demokratîk û azad a civaka Kurdistanê ye.
‘Tevlî berxwedanê bibin’
PKK’ê da xuyakirin ku îro li hemû parçeyên Kurdistanê berxwedan tê bilindkirin, pêngavên azadkirinê dewam dikin û wiha dewam kir: „Li ser vê bingehê, em serketina pêngava Holê, azadkirina Şengalê û berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê ku beşeke girîng a berxwedana topyekûn e pîroz dikin, hemû şehîdên xwe yên di van berxwedanan de canê xwe feda kirine bi rezdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hêjayî bîranîna wan bin.
Bi coşa vê meşê re em salvegera damezrandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo, li gelê xwe, hemû mirovahiya azad û demokratîk, hevrêyên xwe yên li çiyê, zîndan û bajaran li ber xwe didin pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê têkoşîna sala 38’an, tevî Rêberê xwe, gelê xwe, bajar û gundên xwe wê Kurdistanê bexçeyê azadiyê şîn bike. Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê, raya giştî ya demokratîk, pêşengên mirovahiyê yên dixwazin di nava civakeke demokratîk û azad de bijîn, berxwedêrên şoreşê û têkoşîna sosyalîzmê dikin ku tevlî berxwedana li Kurdistanê bibin, li her derê berxwedanê xurt bikin û bi berxwedna topyekûn re jiyana azad û demokratîk ava bikin.“
ANF/BEHDÎNAN