Nivîsên ‘PKK tevgerek gel e’, ‘PKK tevgereke ya jinê ye’ û ‘PKK antî-faşîst e’ li paytexta Elmanyayê Berlînê di nava hezaran xwepêşandêrî de îşaret bi wê yekê kir ku qedexekirina PKK´ê neheqiyeke li gelê Kurd e.

Bi hezaran kes li Berlînê li dijî 25.salvegera qedexeya Elmanya ya PKK’ê daketin kolanan, hemû qedexeyên Elmanya têk birin. Ji seranserê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan li Berlînê bûn, û wan hem 25 salên qedexekirina PKK´ê, hem nijadperestiya li Elmanyayê zêde dibe protesto kir. Hewldanên provokatîf ên polîsan jî bi biryardariya xwepêşandêran hatin pûçkirin.

Qedexeya PKK’ê  têkbirin!

   

Bi banga ji 70’yî zêdetir saziyên civaka sivîl, akademîsyen û parêzvanên mafê mirovan li Berlînê bi dirûşma ‘Daxwaza azadiyê nikare were qedexekirin, li dijî qanûna Polîsan, qedexeya li dijî PKK’ê û nîjatperestiyê têkoşîna hevpar’ meş û mitîngek hat lidarxistin.

PKK tevgerek e

Meşê ji ber avahiya Rathaus a avahiya şaredariyê ya herî mezin a Berlînê dest pê kir. Di meşê de ji bo bal bikişînin ser qedexeya dewleta Elman a li dijî Tevgera Azadiya Kurd, dovîzên bi nivîsên ‘PKK tevgerek e’, ‘PKK tevgereke ya jinê ye’ û ‘PKK antî-faşîst e’ hilgirtin.

Merkel firotina çekan rewestîne

   

Tevî ku li hin cihan êrişên polîsan dijwar jî bûn, çalakvan provakasyonan nexapiyan û wab bi biryar çalakiya xwe dewam kir. Êvarê jî meş bi mîtîngeke kin a li meydana ‘Speewaldplatz’ ya navçeya Kreuzbergê hate kirin.

   

Di axaftinan de hate gotin, divê hikûmeta Merkel hevkariyên xwe yên li gel rejîma Erdogan bi dawî bike, firotina çekan a Tirkiyeyê rawestîne.

Her wiha di xwepêşandanê de çalakvanan nerazîbûn nîşanî biryara DYE´yê ya li dijî sê pêşengên tevgera azadiya Kurd jî da. Di axaftinên tevahiya meşê de jî hate gotin, têkoşîna azadiya Kurd rewa ye û nikare bê krîmînalîzekirin.

 

BERLÎN