Beriya niha dadgeha Brukselê biryar dabû û gotibû, "PKK ne rêxistineke terorîst e", dozgeriyê û dewleta Tirk li ber vê biryarê rabûbûn. Ev îtîraz û miracaeta dewleta Tirk doh hat redkirin. Dadgeha temyîzê ku weke dadgeha îtîrazê li Belçîka tê nasîn, careke din piştrast kir ku "PKK ne rêxistineke terorîst e".

Sala 2010´an li Belçîkayê polîsan bi ser KNK, ROJ TV´yê û malên xebatkarên van saziyan de girtibû; di navê de Remzî Kartal, Zubeyir Aydar û Adem Uzun jî 36 kes kestibûn ber lêpirsînê. Roja 3´yê Çiriya Paşîn a 2016’an Daireya Lêpirsînê ya Brukselê biryar da ku "PKK ne rêxistineke terorîst e" û red kiribû ku doz bê vekirin. Daireyê, têkoşîna PKK´ê weke meseleyeke "şerê çekdarî" nirxandibû û gotibû, "Rewşa li Tirkiyeyê şerê çekdarî ye. Nabe ku li Belçîkayê di çarçoveya qanûnên li dijî terorê li Belçîkayê dadgehkirin pêk bê." Bi wê biryarê argumana Tirkiyeyê ya ez li dijî terorê têdikoşim jî hatibû pûçkirin.


Îtîraza Tirkiyeyê hat redkirin

Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî biryarê dabû, dozgerî jî li ber biryarê rabûbû. Li ser vê yekê li Dadgeha Îtîrazê ya Brukselê 9´ê GUlana îsal li aliyan hatibû guhdarîkirin. Di rûniştinê de Endamê Konseya Rêveber a KCK´ê Zubeyir Aydar û Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî amade bûn. Di rûniştinê de aliyê Kurd paraznameyeke 80 rûpelî pêşkêş kiribû.


Nabe di çarçoveya terorê de dadgehkirin çêbe

Qederê 4 mehan di ser vê rûniştinê re derbas bûn û dadgehê doh biryar da. Dadgeha Îtîrazê iraceata Tirkiyeyê û dizgeriyê red kir. Dadgehê di biryara xwe de got, di doza li dijî sazî û şexsiyetên Kurd de PKK ne rêxistina terorê ye, û nabe ku ev sazî û kes li Belçîkayê di çarçoveya qanûnên li dijî terorê de bên dadgehkirin.


Hiqûqa şer hat bibîrxistin

Di biryarê de ji bo PKK´ê binavkirina "rêxistineke çekdar a navnetewewyî ya ne dewlet" hat bikaranîn. Biryarê got, ji bo PKK´ê huqûqa navneteweyî ya şer lê ye û bi îştîmam îşaret pê kir ku ev huqûqa şer ji bo herdu aliyên şer jî lê ye.

Endamê Konseya Rêveber a KNK´ê  Adem Uzun biryar nirxand û got, paraznameya wan a 9´ê Gulanê encameke baş bi xwe re aniye. Uzun wekî din bi bîr xist ku dozgerî dikare li ber vê biryara dawî jî rabe, lê heta niha van îtîrazan di encam nedaye. Uzun got, ew weke KNK´ê biryarê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û dixwazin ku Yekîtiya Ewrûpayê demekê ji ya din zûtir PKK´ê ji lîsteya rêxistinê terorîst derêxe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN