Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di salvegera 41´ê de qala rola pêşeng ya PKKê kir û got, hêz, îrade û xweparastin nebe tu nikarî gotinekê bibêjî.

Karayilan, tevgera jinê ya di nava Tevgera Azadiyê de mezin bûye, weke şoreşa di nava şoreşê de bi nav kir û got, bala cîhanê kişandiye ser xwe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê axivî.

Karayilan Tevgera Apoyî weke bingeh tevgereke mezin a fikrî destnîşan kir û got; PKKê rastiya Kurdistanê dît. Rêber Apo ev yek bi du gotinan anî ziman û got, Kurdistan mêtingeh e. Di nava şert û mercên wê demê de ev xwedî wateyeke mezin û kûr bû. Di heman demê de du gotinên zehmet bûn ku bersiv û hewldaneke mezin jê re diviyabû. Rêberê me hîn di dema gavên destpêkê de kûrbûna di îdeolojî û felsefeyê de ji xwe re kir esas.

Xweparastin nebe tiştek nabe

Bêguman xweparastin rasteiyek e ku xwe dispêre parastina rewa. Ev rastî di heman demê de ji bo zindî, civak û çandan hemûyan bi vî awayî ye. Ji ber vê yekê parastina bi her şêweyî ya rastî, hebûn û nirxên civakî mafê herî rewa ye. Ev maf yek ji pîvana bingehîn a Neteweyên Yekbûyî ye. PKK’ê jî di çarçoveya vî mafê rewa de weke xeta parastina rewa, hêz û partiya pêşeng a gelekî biryara xweparastinê daye. Ji lewra îddîayên dibêjin, ‘Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê li pêşiya siyasetê asteng e’ bêbingeh in. Eger hêza te, îrade û xweparastina te tinebe tu nikarî gotineke bi tenê jî bêje. Ev rastî wê demê jî hebû, niha hîn bêhtir eşkere ye. Li pêşberî zîhniyeta hovane ya qirker mêtinger eger tu xwe neparêze, tu sîstema xwe ya xweparastinê ava neke, tu ti carî nikare bibe hêz û nikare qala têkoşîna azadiyê bike.

Eger îro hinek hebin û sîstem wan qebûl dike, ev yek ji ber rewşa hevsengiyê ya şerê navbera PKK’ê û dewleta Tirk pêkane. Ji vê hevsengiyê sûdê werdigirin û bi vî rengî hebûna xwe dewam dikin.

Şoreşa nava şoreşê

Rewşeke nû li Kurdistanê Kurdistanê heye. Netewebûyîn û ruhê yekîtiya neteweyî afiriye, her wiha li dijî êrişên dijmin civak zindî bûye, bi taybetî paradîgmaya demokratîk ekolojîk a Rêber Apo ku xwe dispêre azadiya jinê ji salên 2000’î û pê ve li nava civaka Kurdistanê bi cih bû, jinên Kurd di nava civakê de pêngavek avêtin û piştre ne tenê li Kurdistanê her wiha gihîşt wê astê ku xîtabî gelên Rojhilata Navîn hemûyan bike. Ev yek şoreşa nava şoreşê ye.

Tevgera jinên Kurd niha li tevahiya dinyayê gihîştiye wê astê ku balê dikişîne ser xwe. Ev yek bi saya rêxistinbûna tevgera jinê ya bi rengê xweparastinê pêk hatiye.

Sedema herî girîng a îradebûna xurt a jinên Kurd ku kes ne li bendê bû, îdeolojiya jinên azad a tevgerê ye.

PKK gihişt asteke navneteweyî

Xeta PKK’ê ku li hemberî modernîteya kapîtalîst bi rastiya modernîteya demokratîk tevdigere, niha hem li dinyayê hem jî li Rojhilata Navîn gihîştiye wê astê, ku ji lêgerîna gelan a azadiyê re bibe bersiv. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê ya gelan ku PKK dimeşîne û pêşengiyê jê re dike êdî bûye xwedî karakterekî navneteweyî. Ev rastî wê her mezin û berfireh bibe.”

 

ANF/BEHDÎNAN