
Komîteya Rêveber a PKK’ê, sala çilemîn a PKK’ê weke sala têkoşîneke mezintir û sala serketinê îlan kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PKK tevgereke hesabpirsînê û tolhildana şoreşgerî ye û hat gotin, tola şehîdên Bestayê wê bê hilanîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji şehîdê me yê damezrandina partiyê hevrê Hakî Karer heta şehîda me ya sala 40’î hevrê Delal, em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ji niha ve îlan dikin ku sala çilemîn a partiyê wê di xeta Rêbertî û Şehîdan de bibe sala têkoşîneke mezintir û serketinê.”
PKK mîladek e
Di dewama daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê de hat gotin, “Di nava têkoşîna lehengî ya sih û neh salên bihurî de, pêşengiya partiyê û berxwedana gerîla hatin afirandin, şoreşa vejînê ya neteweyî hat bicihanîn, şoreşa azadiyê ya jinê hat destpêkirin, li dijî faşîzmê û komploya navneteweyî pêşengî ji têkoşînê re hat kirin, netewebûna demokratîk a Kurdistanê hat afirandin û PKK´ê li ser bingehê jiyana azad gelê Kurd ji nû ve zindî kir û tevlî nava neteweyên azad kir.”
Rêveberiya PKK´ê îşaret bi rola Ocalan di nava PKK´ê de kir û got, “Meşa azadiyê ya bê navbera a Rêber Abdullah Ocalan jî 45 sal li pey xwe hiştine. Beriya her tiştî meşa Rêbertiyê ya 45 salan û meşa partiyê ya 40 salan, ku bê navber dewam dike, cara yekemîn e di dîroka Kurdistanê de rû dide. Meşeke dişibe vê, di dîroka mirovahiyê de jî kêm caran tê dîtin. Bêguman vê meşa bi lehengî, gelek maye û destketiyên mezin jî afirandine.
Avabûna PKK’ê ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê bû mîladek, her wiha têkoşîna wê ya şoreşgerî ya sih û neh salan ku di xeta fedayî de meşand, di asta dîrokî de tevkarî li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bindestan kir. Bi taybetî, weke tevgereke şoreşgerî ya xwe timî nû dike û diguherîne; ji aliyê jiholêrakirinz materyalîzma qebe û diyalegtîka kevneperest ve, di warê rizgarkirina sosyalîzm û demokrasiyê ji serweriya dewlet û desthilatdariyê de, di mijara destnîşankirina pirsgirêka jinê weke bingeha şoreşa azadiyê de, di pêkanîna azadî û wekheviyê de ku xewn û xeyala paşerojê ye, di îspatkirina qewîniya hêza xwe û hêza gel de û di afirandina fedakarî û wêrekiya di asta fedayîtiyê de PKK’ê tevkariyên gelekî girîng kirine.”
Neynika PKK´ê karê 39 salan e
Rêveberiya PKK´ê bi bîr xist ku PKK li Bakurê Kurdistanê mêhtingerî di her astê de şikandiye û li ser mijarê got, “Niha jî, (PKK) ji bo faşîzma AKP-MHP’ê ya li ber hilweşînê ye bi temamî ji holê rake, dest bi sala 40’î dike. Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî çiqasî êrîşên hovane dike bila bike, çiqasî komkujiyan dike bila bike, çiqasî derewan dike, dek û dolaban digerîne bila bigerîne, hindik maye ku biqedin. Ti tişt wê faşîzma AKP-MHP’ê ji hilweşînê rizgar neke. Dîktatoriya faşîst a li hundir û derve tengav bûye, di sala çilemîn a partiya me de wê teqez hilweşe.Ya ku PKK’ê di nava 39 salan de kir, neynika karên wê yên sala çilemîn e. PKK wê têkoşîna xwe ya esasî ya mezin ji niha û pê ve bimeşîne û serketinan bi dest bixe. Di xeta Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk de PKK wê teqez bi erk û rista xwe rabe. Di sala çilemîn a partiyê de têkoşîna Kurdistana azad, Rêberê azad, civaka demokratîk û jina azad, wê di xeta serketinê de bimeşîne.”
PKK tevgera tolhildanê ye
PKK´ê di warê dîrokî de PKK weke tevgereke hesabpirsînê û tolhildana şoreşgerî bi nav kir û wiha dewam kir: “Em bi ruhê tolhildanê yê Sara, Nalîn, Azad, Baran û Delalan dest bi sala çilemîn a partiyê dikin. Têkoşîna tolhildanê ya Sara û Delalan, wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne û şoreşa azadiyê ya Kurdistanê teqez bi ser bixîne.
Li ser vê bingehê, em têkoşîna sala çilemîn a PKK’ê ji niha ve silav dikin û weke partî, pêşengiya gerîla dibêjin ku di sala çilemîn de em ê têkoşîna Rêbertiya azad û Kurdistana azad di xeta serketinê de xurttir bikin. Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gel û dostên xwe dikin ku li dijî rejîma faşîst-qirrker, xurttir tevlî têkoşîna sala çilemîn bibin û teqez bi ser bikevin. Em sala çilemîn a partiya xwe weke sala tolhildana Delal Amed û şehîdên Bestayê îlan dikin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanan bi taybetî jî jinên ciwan dikin ku di xeta Delal Amed de bêhtir tevlî nava refên partiyê û gerîla bibin û tola hemû şehîdên xwe hilînin!”
ANF / BEHDÎNAN
Cejna 27’ê Mijdarê li seranserê dinyayê
Salvegera 39. a damezrandina PKK’ê li Awustralya, Ingilistan, Rûsya û Fransayê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê herî mezin ê Awustralyayê Sydneyê civiyan, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Şeva pîrozbahiyê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-KURD) ve hate organîzekirin û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn.
Kurdistaniyên li paytexta Rûsyayê Moskovê salvegera damezrandina PKK´ê li salona konserê ya Mala Gel a Lûnaçerskiyê pîroz kir. Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a li Moskovê çalakî organîze kir. Tevî nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava li Moskovê Reşad Bênav, nûnerên gelek saziyên Kurdan beşdar bûn.
Siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar diyar kir ku bi damezrandina PKK’ê re êdî li Kurdistanê ti tişt mîna berê nîne û got, “PKK nebe wê Kurdistan a çar parçe bibe deh parçe. Yekane hêviya azadiyê ya gelê Kurd PKK ye.”
Li Londonê doza azadiya Ocalan

Salvegera damezrandina PKK’ê li paytexta Ingilistanê Londonê jî bi coş û kêfxweşî hat pîrozkirin.
Pîrozbahî di nava vaporekê de pêk hat û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn. Kurdistaniyan camên vapûrê bi wêneyên Ocalan û alên PKK’ê xemilandin. Piştî axaftin û peyamên hatin xwendin bernameya muzîkê dest pê kir.
Wekî din, çalakiya bi bîlboardên li ser wesayitan, ku li Londonê bi wêne û peyamên Ocalan digerin jî dewam dike.
Kurdistaniyên li bajarê Frasayê Montpellierê jî salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kirin. Hunermend Comert, Gulseher û Hozan Diyar jî di şevê de derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.
NAVENDA NÛÇEYAN