MAHÎR YILMAZKAYA/XEBAT PENABER / ANF / BEHDÎNAN
Endamê Komîteya Çand û Huner a PKK’ê, Nûrettîn Demîrtaş, bi wesîleya salvegera 40. a damezrandina PKK’ê, li dijî faşîzmê banga mezinkirina têkoşîna sosyalîzmê kir. Wî ji bo PKK´ê got, mejiyek e ku têk naçe.
Demîrtaş salvegera 40. a damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz kir. Endamê Komîteya Çand û Huner a PKK’ê Nûrettîn Demîrtaş, bi wesîleya salvegera 40. a damezrandina PKK’ê axivî.
PKK û hêviya serfiraziyê
Demîrtaş diyar kir ku PKK ji bo Kurdan, Tirkan, Suryaniyan, Ereban, Çerkezan û hemû gel û baweriyên li ser xaka qedîm a Mezopotamyayê, bûye tevgera azadî û demokrasiyê. Bi ya wî, PKK ji gelên bindest û baweriyan re bûye berxwedan, serketin û hêviya serfiraziyê û pê re jî gelên ku hêz û îlham ji PKK’ê girtine, bûne xwedî derfetên afirandina jiyana azad û wekhev.
Demîrtaş got, gelan li ser vê bingehê li dijî modernîteya kapîtalîst sîstemeke alternatîf afirandiye: “PKK’ê xwe bi wijdan, lehengî û wêrekiyê xemilandiye. PKK mejiyek e ku serî natewîne û têk naçe. Ev mejî di heman demê de çareyê diafirîne.”
Bang ji bo bi dawîkirina tecrîdê
Demirtaş, vi vê wesîleyê, salvegera 40. a damezrandina PKK’ê li hemû hêzên çep, sosyalîst, anarşîst, demokratîk, femînîst, jin, ciwan, her kesên bi daxwaza têkoşînê pîroz kir û bi vê bangê dewam kir: “Û bang li her kesî dikim ku PKK’ê, cewhera wê ya Sosyalîst, civakîbûna wê, cewhera wê ya demokratîk ji nêz ve nas bikin, bi xurtî lêbikolin. Bi taybetî, ji bo tecrîdkirina Rêber Apo bê rakirin, faşîzm were hilweşandin û Kurdistan azad bibe, bang dikim.”
Neteweya demokratîk wê çarenûsê diyar bike
Nûrettîn Demîrtaş diyar kir, xeta neteweya demokratîk a Ocalan, wê di Şerê Cihanê yê Sêyemîn de çarenûsa Rojhilata Navîn û cihanê biguherîne û îşaret bi hewldanên komploya navneteweyî yên li dijî vê xetê kir.
Demîrtaş nerazîbûna xurt û îradeya gelan a li dijî van hewldanan bi rêzdarî silav kir û got, “Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê her tim parêzvanên serketî yên gelan bin. Bi pêşengiya jin û ciwanan, bi têkoşîna sosyalîzmê, bi têkoşîna mirovahiyê, faşîzm wê teqez bê hilweşandin. Faşîzm ti carî mayînde nebûye.
Divê dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî baş bi vê zanibin; wê di nava rûpelên tarî yên dîrokê de cih bigire û nikaribe xwe ji hilweşînê xilas bike.”
Demîrtaş bang li ciwanan jî kir ku ji bo mezinkirina têkoşîna sosyalîzmê û hilweşandina faşîzmê tevlî nava refên azadiyê bibin. Nûrettîn Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de bang li hunermendan jî kir ku xwedî li nirxên li meydana hunerê şoreşgerî bi ked û fedakariyeke mezin hatine afirandin, derkevin.