Malbata Ereb a ji eşîra Ubeyîd, ji ber çeteyên DAIŞ'ê ji war û cihên xwe derketin û penaber bûn. Niha ew malbat li gundê Top Zawa yê girêdayî navçeya Daqûq ê Kerkûkê ku gundekî Kakeyiyane dijî. Dayîk, bav û zarokên malbatê, rojane dema xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan ve derbas dikin.

Malbeta Ereb dest nişan kir ku ew çeteyen DAIŞê ji bo hemû kesê xirab in û wiha gotin: “Ne sûdê DAIŞ’ê ji bo Ereban, ne ji bo mezheb û ne jî ji bo ti gelekê heye. Çeteyên DAIŞ'ê tenê hêza talan û dagirkirinê ne. Ji ber dagirkeriya çeteyan bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran ji  cih û warê xwe terikandin. Ev tiştê bi serê mede hatî, hovitiye û mirov nikare naveke din lê bike.”

Jina bi navê Helîme Cebar wiha behsa rewşa xwe kir: “Em ji Diyala derketine û hatine vir. Em ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê reviyan. Em neçar man cihê xwe berdin, em ji bo stara can û zarokên xwe reviyan. Ji ber jiyana me ne bi ewle bû, me berê xwe da Kurdistanê. Ez dixwezim aramî çebibe û em  vegerin mala xwe. Ez dûa dikim ku em tev bi hev re di nava xweşiyê de jiyan bikin. Ji bo min tu cûdahî di navbera Kurd, Ereb û Xiristiyanan de nîne. Înşallah wê DAIŞ ji hemû Iraqê derbikeve, wê  aramî çêbibe û ev şer bi dawî bibe.”

Racî Hûseyîn Ubeyd jî axivî u wiha got: “Em hemû Misliman in û birayê hevin. Ferq di navbera me de nîne. Ez ji PKKê û peşmergeyan hezdikim, em tev birayên hevin.  Ew niha me diparêzin. DAIŞ ne Erebin û ne jî nûnertiya Îslamê dikin. Ti peywendiya DAIŞê bi Îslamê re nîne. Ew ji bo dagirkeriyê derketin e.”


 ROJNEWS / DAQÛQ