Jelpke bibîr xist terorîstên DAIŞ'ê ji xaka endamê NATO'yê Tirkiyeyê êrîşî Sûriyeyê dikin. Ulla Jelpke ku rewşa bi deh hezaran penaberên ji Şengalê reviyane li cih dişopîne, der barê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û anî ziman ku yê gel ji komkujiyên DAIŞ'ê parastiye ne DYA ya ji hewayê êrîş dike ye. Jelpke bal kişand ser rola PKK û YPG'ê ya pêşîgirtina li komkujiyan û got, "Bombebarana DYA ya li gund û bajarên Bakurê Iraqê, bi tenê sivîlan dixe rewşeke xetere. Parastina herî i bandor a li dijî van çeteyên terorê, milîsên Kurd bi taybetî jî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dikin."

"PKK'êк me rizgarkir"

Jelpke ragihand ku gelek kesên ji komkujiyan rizgar bûne gotina 'Xwedê û PKK'ê em rizgar kirin' û daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Gerîlayên PKK'ê û milîsên Rojava (YPG-YPJ) ên bi wan re di nava tifaqê de ne, ji çiyayê Şengalê heta sînorê Sûriyeyê ji bo penaberan korîdoreke revê vekirin. Bi vî rengî di nava çend rojên derbasbûyî de bi taybetî bi deh hezaran Êzidî ji destê qesaban hatin rizgarkirin." Ulla Jelpke diyar kir ku pêwîstiya penaberan bi alîkariya însanî heye û da zanîn ku ji ber ambargoya Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava ji aliyê xwarin û derman ve pirsgirêkên cidî tên jiyîn.

'Piştgiriya DAIŞ´ê dikin´

Parlamentera Die Linke destnîşan kir ku PKK ji bo Êzidî û Xiristiyanên li herêmên bakur ên Iraqê garantiya jiyanê ye û Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) der barê polîtîkayên li hemberî Tirkiyeyê de hişyar kir. Jelpke di dawiya daxuyaniya xwe de ev hişyarî da: "PKK hînê di lîsteya terorê ya YE de ye. Lê belê endamên kujer ên (DAIŞ)'ê yên 'ji bo xwedê' şer dikin, xaka endamê NATO'yê xaka Tirkiyeyê ji bo êrîşkirina Sûriyeyê bikar tînin. Eger hikûmeta DYA û mutefîkên wê dê li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke cidî bimeşînin, beriya her tiştî divê alîkariya Tirkiyeyê û welatên Kendavê ya ji bo 'Cîhadperestan' qut bikin."

ANHA/QAMIŞLO