
Li dû merasîmê, endama Desteya Serokatiyê ya KCK’ê Zaxo Zagros piştre li ser wateya rojê civînek lidar xist. Zagros bi bîranîna cangoriyên Kurdistanê dest bi axaftina xwe de kir û destketiyên têkoşîna PKK’ê vegot. Zaxo Zagros wiha axivî: “PKK’ê Kurd ji xewa giran şiyar kir û ji ber wê ye ku ji civaka Kurd re tê wateya vejînê. PKK li hemberî pergala ku zayendperestî, koletî û kevneşopiyan ava dike û pê re civakê dikuje, felsefe û çandeke civakê ya nû ava kir. Îro gelê Kurd ji parastina cewherî bigire heta fikir û raman, gihîştiye asteke pir bilind. Destketiyên şoreşa Rojava mînaka herî ber biçav e. Şoreşa Rojava xweseriya xwe ragihand, ev jî dide nîşandan ku gelê me bi baweriya ku PKK’ê ava kiriye, hêz girtiye û komployên ku li hember Kurdan têne meşandin bi sekna xwe vala derxistiye.” Zagros di berdewama axaftina xwe de li ser jiyaneke hevpar ku jina kurd pêşengtiya wê dike rawestiya û got: “PKK’ê di her qadên civakê de çandeke wekheviyê belav kiriye. Bi avakirina şoreşa jinê re bû modela nasnameya azad û ji hemû cihanê re bû perspektîf. Civîna Zagros bi sloganên “Bê Serok jiyan nabe!” bi encam bû. Pîrozbahî bi skêç, koro, stranên koma Rojiyar û bi gerandina govendê bi bi dawî bû.
ANF/BEHDÎNAN
Li Silêmaniyê pîrozbahî pêk hat
Li Silêmaniyê 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Li hola Lale Zara bajarê Silêmaniyê, bi organîzasyona PÇDK bi rêzgirtina ji bo cangoriyên şoreşa azadiyê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de Mele Nadir di serî de 35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , gelê kurd û mêvanan pîroz kir û bal kişand ser xala Ocalan, kurd di kîjan şert û mercan de dest bi têkoşînê kiriye û ev têkoşîn di roja me ya îro de di kîjan astê de ye.
Endamê PÇDK’ê Wehab Abdullah ku di pîrozbahiyê de axifî û got: “Em weke Partiya Çareseriya Demokratîk salvegera damezirandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo, gelê kurd û mêvanên ku amade ne pîroz dikin. Rêber Apo ji bo civakeke azad, wekhev û bi wate xebateke pir kûr û dîrokî daye meşandin. Lewma pêwîst e di roja me ya îro de her kurdek li her qadeke jiyanê de xwedî li vê têkoşînê derkeve.”
Endama Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK)’ê Çînur Pêncewînî jî anî ziman ku di roja me ya îro de jin li her qadeke jiyanê cihê xwe di pêşengiya şoreşê de digire û ev bi saya Rêberê PKK’ê Ocalan e. Ahenga salvegera damezrandina PKK’ê bi stranên hunermend Nahîde Hewramî, Kerîm Surçî û Koma Tena û gerandina govendê bi dawî bû.
DIHA/SILÊMANIYE
27’ê Mijdarê bi coş hate pîroz kirin
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi beşdariya hezaran xelkê wargehê û herêmên derdorê bicoşek mezin 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê hate pîroz kirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Hunerê ya Wargehê destpêkê bi deqîqeyek rêzgirtinê li ser giyanê hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane hate destpêkirin. Qada şahiyê li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG, KCK û PÇDK’ê hatin xemildan. Her wiha wêneyên kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê ên ji Wargehê jî bi dikê ve hate daliqandin. Endamê Meclisa Gel ya Demokratîk ya Wargehê Ferhad Mêrdîn li ser pêvajoyê û girîngiya rojê axivî û axaftina xwe bi pîroz kirina 35’mîn salvegera damezirandina PKK’ê destpêkir û got: “Ez destpêkê roja vejînê 27’ê Mijdarê li Rêber Apo, tevayî gelê Kurd û mêhvanên amade pîroz dikim. Ev fikir û îdeolojiya ji 22 kesan destpêkir û giha vê astê.” Mêrdîn balkişande ser Rojavayê Kurdistanê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Îro em dibînin li Rojavayê Kurdistanê firsendek mezin a dîrokî bi dest ketiye, pêwîste em vê firsendê winda nekin û baş bikar bînin. Xwedî lê derbikevin.”
Şahiyê bi koro, folklor, komên navendê, şano û sînevîzyona li ser dîroka PKK’ê berdewam kir. Di şahiyê de Hunermend Cahîd Merwanî, Hunermend Nurcan û Hunermend Weysî derketin ser dikê. Van hunermendan kêliyên xweş dan jiyan kirin û girseyê jî li ber stranan govend gerandin.
ÎLHAMÎ BULDAN/MEXMÛR
Pîrozbahî dewam dikin
Şahî û pîrozbahiyên 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê dewam dikin.. Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê Rêxistina BDP’ê bi minasebeta 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li Salona Dawetê ya Şaredariyê şahî pêk anî. Di şahiyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin û gelek kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de Serokê BDP’a Turgutlu Selahattin Dagli li ser wate û girîngiya avakirina PKK’ê axivî û anî ziman ku heta azadiyê bi dest bixin dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Serokê HDP’ê yê Manîsayê Abdurahman Aras jî anî ziman ku berhema nemir a Ocalan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ye û ew ji dê ji bo parastina vê berhemê heta dawî têbikoşin. Komê di şahiyê de siloganên dilsoziya bi PKKê re hatin qêrîn. Şahiyê bi govend û muzîkê heta derengê şevê berdewam kir. Li navçeya Patnosê ya Agiriyê jî di pêşengiya BDP’ê ya navçeyê li ber avahiya BDP’ê şahî hat lidarxistin. Di şahiyê de girseya ku li hev kom bû bi fîşekên hewayî damezirandina PKK’ê pîroz kir û govend gerandin.
MANÎSA/AGIRÎ/DIHA