- PKK'ê, di salvegera 28’an a şehadeta Hozan Mizgîn de ew bi bîr anî. PKK´ê Hozan Mizgîn weke "notaya heştemîn" a muzîka Kurdî û "dengê berxwedanê" pênase dike.
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê bi rasthatina salvegera 28´an a şehadeta Hozan Misgîn de daxuyaniyek weşand û got, "Hozan Mîzgîn hest û ruhê xwe yê berxwedêr ve bûye Notaya heştemîn ya mûzîka Kurdî. Di salvegera şahadeta wê ya 28’mîn de em bi rêzdarî bîrtînin."
Di peyamê de hate gotin, "Di şexsê Hozan Mizgîn de roja 11´yê Gulanê şehîdên çand û hunerê yên di ronahîkirina Kurdistanê de şehît ketine hemûyan, em weke şehîdên TEV-ÇAND´ê bi bîr tînin û dilsoziya xwe dubare dikin."
Peyamê wiha dewam kir:
PKK´ê ji bo Hozan Mizgîn got, “Hozan Mizgîn hunerê bi heqîqetê re, şerê xwe bi hunerê xwe ve bi wate kir. Vê hişt ku di saxiya xwe de di karê xwe de serketî be. Ji vî alî de Ş.Mizgîn kesayeteke partiyê ya kamil bû. Muzîka wê muzîka şoreşê bû. Gotinên wê, jiyana civaka Kurdan û helbestbûna wê îfade dikir. Rîtma mûzîka wê çoşa şoreşgerî, çalakiya wê jî temsîla jina Kurd a azad û fedaî ye.
Hevrê Mizgîn tenê ne hunermend bû, di kesayeta xwe de ji şervantiyê heta siyasetê, ji xebatên xweser ên azadiya jinê heta asta herî jor berpirsyarî girtin û bi fermandariya xwe di hemû qadên tekoşînê de di eniya herî pêş de cih girt. Pênaseya Rêber APO ya 'hunermendê gel şervanê gel e, şervanê gel hunermendê gel e' kiribû felsefeya esasî ya jiyan û tekoşîna xwe, bi vî awayî bû xwedî meşeke serketî."
PKK´ê ew her wiha weke lehenga lehenga bûyî dengê tevahî jinan bi nav kir û wiha dewam kir: "Ew lehenga huner û şoreşgereke çandê ye. Di şexsê Şehîd Hozan Mizgîn de tevahî şehîdên şoreşê em bîr tînin soza ku em ê bibîranînên wan li Kurdistana azad zindî bikin, dubare dikin."
Di nava xebatên yekîtiyê de bin
PKK´ê ev bang jî li hunermendan kir: "Hunermend û ronakbîr hemû bi şiara 'hunermendê gel şervanên gel in' li dijî faşîzma AKP ya li hember Kurdan qirkirina fîzîkî û çandî bi pêş dixîne, em bang dikin di nava xebatên yekîtiya neteweyî de bi awayeke çalak cih bigirin."
NAVENDA NÛÇEYAN
Hozan Mizgîn rêya hunerê şoreşgerî vekiriye
Hunermendên Wargeha Penaberan a Mexmûrê hozan şehîd Mizgîn (Gûrbet Aydin) bi bîr anî. Wan got, Şehîd Mizgîn ji bo hunera Kurd mîrateyeke mezin hiştiye.
Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 28’emîn salvegera şehadeta Şehîd Hozan Mizgîn de ew bi bîr anî. Hozan Mizgîn 11’ê Gulana 1992’an li herêma Xerza di şerekî bi artêşa Tirk re şehîd bûbû.
Endamê Çand û Hunerê Qehreman Îsmaîl diyar kir ku 11’ê Gûlanê ji bo çand û hunerê Kurd xwedî cihekî girîng e û got; “Yek ji van hunermendan jî Şehîd Mizgîn e. Her wiha gelek şehîdên din yên wek şehîd Sefkan, Hozan Serhed û şehîd Hogir şoreşa çand û hunerê pêk anîne. Qehreman Îsmaîl di dawaiya axaftina xwe de diyar kir ku ewê ji bo dilsoziya bi hunermendên şêhîd re têkoşîna xwe mezintir bikin.
‘Şehîd Mizgîn mîrateyeke mezin hiştiye’
Berdevka Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê Evîn Taş jî got, Şehîd Mizgîn rêya çand û hunerê şoreşgerî vekiriye. Evîn anî ziman ku niha bi sedan Mizgîn, Sefkan, Serhed hene ku karibin li ser wê rêya wan, bimeşin: “Şehîd Mizgîn ji bo çand û hunerê şoreşgerî nirx û mîrateyeke mezin hiştiye. Em ê jî weke Navenda Çand û Hunerê a Mexmûrê û Kevana Zêrîn li ser şopa wan bimeşin.”