
HEWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / KELAR
Welatiyên Germiyanê têkildarî girîngiya damezirandina PKK’ê got; “PKK’ê karî welatên bi hêz neçar bike ku hesaban ji bo projeyên wê yên taybet ên ji bo Kurdan bike. Destketiya herî nû ya PKK’ê rêveberiya jinan a di şer û siyasetê de ye.”
Welatiyên Germiyan têkildarî girîngiya 39. salvegera PKK axivîn. Ji wan, rojnameger Karox Omer got; “PKK’ê di nava xebatên çekdarî û siyasî de kariye hewldaneke mezin ji bo projeya Kurd bide, heta bigihe armancên xwe. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê, her çend ku niha li ti parçeyan Kurd ne dewlet in, lê ji ber xebatên PKK’ê welatên serdest neçar bûne hesaban ji bo tevger û projeyên Kurdan bikin û têkiliyan li gel Kurdan bikin.”
PKK´ê hêvî afirand
Karox Omer axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Niha ji ber şikestina desthilatdariya Başûrê Kurdistanê û aşbetaliya yek li pey yekê ya her du partiyên desthilatdar, ti hêvî nemaye û êdî bawerî bi van partiyan nayê. Lê PKK’ê kariye vê valahiyê û bêhêvîmanê telafî bike.”
Mamosta Newzad Ferhand jî têkildarî girîngiya damezrandina PKK’ê got; “Em dikarin bibêjin sînorên di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de hatin kişandin, şikandin. Xebata şoreşgerî ya PKK’ê li çar parçeyên Kurdistanê belav bû. Hêzên gerîla ji zarokên her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê û bi hev re berxwedanê dikin.”
Newzad Ferhand wiha domand; “Niha PKK yekane hêz e ku di nava civakê de pirr hatiye rêxistinkirin û rol digire. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê, gelê Kurd dikare bi saya tezên Serok Ocalan û siyaseta PKK’ê xwedî li mafên xwe derkeve. Doza Kurdan ji gelekî bindest gihandiye gelên din.”

Di nava şer û siyasetê de jin
Çalakvana jin Şeyma Cemal jî li ser mijarê got; “Rêveberiya jinan a di nava şer û siyasetê de, destketiyên herî mezin ên PKK’ê ne ku li Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê bi dest xistine. Helbet ev destketî bi saya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê dîlgirtî, çêbûne.”
Şeyma Cemal herî dawî got; “Xebatên jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê yên ji bo rizgariya xaka Kurdistanê, bûne sedema deriyên bi ser jinan de hatine girtin, vebin. Mixabin ji ber hişmendiya paşketî li Kurdistanê jin rastî şidetê dihatin.”