
Pîrozbahiyên ji bo 39. salvegera damezrandina PKK’ê ku ji aliyê gelê Kurd ve weke ‘Cejna vejînê’ tê dîtin, dewam dikin.
Bi vê rasthatinê li gelek welatan pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK hatin silavkirin.
Li bajarê Elmanyayê Bremenê, bi beşdariya bi sedan kesî pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de wateya PKK’ê ji bo gelê Kurd û bandora wê ya li Rojhilata Navîn hate nirxandin û tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin. Di pîrozbahiyê de Koma Zarokan a Aram Tîgran, Koma Siyabend, Ayfer Duztaş, Dilovan, Xalig Agirî derketin ser dikê û hunerê xwe nîşan dan.
Li Rojhilata Navîn Pêşeng e

Li bajarê Elmanyayê Bonnê jî di şevê de Delal Amed û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn. Hevserokê Meclîsa Gel a Bonnê, Ahmet Mardîn li vir axivî û diyar kir ku PKK’ê Kurd zindî kirine û îro jî ji bo rizgariya gelên Rojhilata Navîn bi rola pêşengiyê radibe. Di şevê de Koma Rojava, Ozlem Baglayan, Rotînda, Hozan Ahmet û Hozan Hêvîdar derketin ser dikê.
Li bajarê Elmanyayê Mannheîmê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê pîrozbahiyek organîze kir. Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî beşdarî pîrozbahiyê bû û axivî. Di pîrozbahiyê de ku zêdeyî hezar kesî lê amade bûn, Xelîl Xemgîn, Kawa, Ozan Sosin, Koroya NCK, Ozden û Ûmûda Haykiriş hunerê xwe nîşan dan.
Wêne û peyker hatin pêşandan

Pîrozbahiya li bajarê Elmanyayê Stûttgartê jî li Salona Çandê ya Arena pêk hat û bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Qisekeran salvegera damezrandina PKK’ê li Ocalan, şervanên azadiyê û tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Koma Can Welat, Hunermend Bêrîvan Arî, Silbus û Tarî û Serhedo derketin ser dikê. Peykertraş û wênevan Dogan Demîr jî portreya Ocalan û wêneyên gerîla yên bi taybetî ji bo şevê amade kiribû, li salona şevê pêşandan.
Pîrozbahiya li bajarê Elmanyayê Essenê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengal û Meclîsa Gel a Şengalê ve hate organîzekirin. Di pîrozbahiyê de bi sedan Kurdistanî amade bûn, sînevîzyona ji axaftina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hat nîşandan. Piştre hunermend Awaz û Deng, Hozan Serdar, Koma Şehîd Welat, Bulet Tûran û Hozan Canê derketin ser dikê.
Doza azadiya Ocalan derket pêş

Kurdistaniyên li bajarên Fransayê Marsîlya û Marîgnane, salvegera 39. a damezrandina PKK’ê bi şahiyekê pîroz kir. Beşdarên pîrozbahiyê li ber stranên Hozan Comert û Hozan Diyar govend gerand. Zêdeyî hezar kesî beşdarî şahiyê bûn. Li hola şahiyê jî pankarta li ser nivîsandî “Dawiyê li tecrîdê bînin, azadî ji Ocalan re” hat daliqandin. Koroya TEV-ÇAND’ê ya Marsîlyayê û koma govendê ya Arîn Mîrkan jî hunerê xwe nîşan dan.
Li bajarê Fransayê Dragûîgnanê, Kurdistaniyan bi şevekê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir. Akademîsyenê Kurd û Hevserokê HDK-Fransayê Îbrahîm Seydo Aydogan li vir axivî. Aydogan destnîşan kir ku PKK ji bo Kurdan Û gelên Rojhilta Navîn veguheriye hêviyê. Di pîrozbahiyê de Farqîn Azad û Zozan Zûdem derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.
Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Kanadayê Torontoyê jî hat pîrozkirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiya li avahiya NCDK´ê bûn. Di şexsê Delal Amed de hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn. Piştî peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, Ûmût Zafer û Grûp Pera derketin ser dikê.
NAVENDA NÛÇEYAN
Bi çalakiyê pîrozbahî

Li Fransayê, li herêma Normandiyayê ji bo balkişandina tecrîda ser tecîrdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke bi meşaleyî hate lidarxistin.
Meşa bi meşale ya ku bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, li pêşiya gara Mantes la Jolîeyê hate destpêkirin. Bi sedan Kurdistanî beşdarî meşê bûn û sloganên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ gotin.
Li navenda bajêr li pêşiya Palaîs de Jûstîce mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên di mîtîngê de pêngava ‘Serî Hilde’ hate silavkirin û doza rakirna tecrîdkirina Ocalan hat kirin. Di çalakiyê de ji bo çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûna xurt hate kirin.