Li Merenazê dîsa pevguherandina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo Til Rifat û Cisir Şixurê wekî çawa planên berê jî bi bin ketin, têk çû. Ev têkçûn çêbû piştî kuştina serbazê Tirk û zêdetirî 40 çeteyan di her du gundên stratejîk de.
NÛRHAT HESEN / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN
Da ku binketinên xwe veşêrin û peymana Tirkiye û Rûsyayê pêk bînin, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji nişka ve êriş birin ser gundên Merenaz û Malikiyê bi armanca dagirkirinê. Lê hewldanên wan piştî kuştina zêdetirî 40 çeteyan, bi bin ket. Ev yek jî senaryoyên berê ku li herêmê pêk hatine, tîne bîra mirovan.
Beriya bi çend rojan di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li bakurê rojavayê Sûriyê civînek li dar ket. Çavkaniyeke çavdêr ji Idlibê raber kir ku armanc ji civînê, çalakiya pevguherandineke din e ku herêma Cisir Şixur a Idlibê bi Til Rifatê ya kantona Şehbayê re biguherînin. Lê bersiva xurt hevsengî berovajî kir.
Ya hatiye teqezkirin, ew e ku pevguhertin di navbera Rûsya û Tirkiyê de bû ku Rûsya bi tundî êrişî herêma Cisir Şixur bike. Li aliyê din jî Tirkiyeyê êrişî Til Rifatê wê bikira ku hejmareke mezin ji şêniyên Efrînê dihewîne yên ku ji neçarî û bi sedema dagirkeriya Tirk koçberî wir bûne.
Senaryoyeke kevin dubare dibe
Êrîşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li gundên Merenazê û Malikiyê û hatina wezîrê parastinê yê dagirkeriya Tirk Hulusî Akar a bajarê Hatayê ya li ser sînorê Sûriyê, nîşaneyek e ku planeke di herêmê de tê meşandin.
Sala 2016’an piştî komên şoreşger bajarok û gundên kantona Şehbayê rizgar kirin, peymanek di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat ku dagirkeriya Tirk bi balafiran êrişî Til Rifatê û herêmê bike. Dema vekirina deriyê hewayî ya êrişkirinê 3 roj bûn.
Tevî ku dagirkeriya Tirk di wê demê de ter û hişk pev re şewitand, lê nekarî bi pêş ve biçe. Ji ber ku li hemberî berxwedaneke bêhempa ya komên şoreşger ku bi piştgiriya YPG’ê ji Efrînê hatine, hat kirin.
Plana Rûsya û Tirkiyeyê wê demê, taxên rojhilatê Helebê li hember Til Rifatê bû. Lê piştî bibinketinê, Rûsyayê kaxeza Cerablus, Bab û Ezazê li hember wan taxan meşand.
Şerê Eyn Deqneyê yê dîrokî
Roja 27’ê Nîsana 2017’an bi sedan çeteyên girêdayî Tirkiyê êrişî gundê Eyn Deqne yê kantona Şehbayê kir. Lê rastî berxwedana efsanewî ya komên şoreşger û YPG’ê hatin.
Piştî berxwedaneke mezin, komên şoreşger û YPG’ê çete li gund dorpêç kirin û di encamê de 100 çete hatin kuştin. Hejmareke mezin ji çeteyên artêşa sunî hatin kuştin û piştre tev li komên çete yên dîtir bûn.
Li Merenazê dîsa pevguherandina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo Til Rifat û Cisir Şixurê wekî çawa planên berê jî bi bin ketin, têk çû. Ev têkçûn çêbû piştî kuştina serbazê Tirk û zêdetirî 40 çeteyan di her du gundên stratejîk de yên ku ji bo bajarokê Minixê û balafirgehê û bajarê Til Rifatê stratejîk in.