Hêzên Ewlekariya Leşkerî di operasyonê hemwext de gelek hucreyên DAIŞ′ê yên veşartî û çeteyên dixwestin li Rojava komkujiyan pêk bînin vala derxistin. Di operasyonên li Kobanê, Hasekê, Serêkaniyên û Qamişlo de, 24 çete hatin girtin û di nav de maşineke bombebarkirî hejmarek zêde cebilxane hatin desteserkirin. Maşîneya bombebarkirî ku ji Cerablusê hat, hate valaderxistin.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlehiya Leşkerî dane çeteyên DAIŞ′ê piştî derbeyên giran li rojavaya Reqqayê xwarin, amadekariyên êrîşan li dijî bajaran kirine. Di encama şopandina teknîkî û fizîkî yên wan amedakariyên çeteyan, bi baldarî bi rojan agahî û zanyarî kom kirine. Li ser vê kontrolkirina rêyên ketina herêmên Rojava hatine xurtkirin. Piştî ku Hêzên Ewlekariyê agahiyên di destê xwe de zelal kirin û plana çeteyan a  destpêkirina  çalakiyên li dijî gel, operasyonên hemwext lidar xistine.

Li Hesekê pisporê mayînan hate girtin 

Hêzên Ewlekariya Leşkerî li bajarê Hesekê agahiya ku wê li dijî biryargeha QSD′êrîşek pêk were. Li ser vê yekê ewlekarî xurt kirin û rewş şopandin. Li ser şopandin û komkirina agahiyan Hêzên Ewlekariyê gihaştin çeteyê bi navê Ebû Beşar ku wek pisporê mayîn û bombeçêkirinê bû. Di encama operasyoneke serkeftî de Ebû Beşar hate girtin.   Di cihê wan kesan de 32 mayîn, 30 funyê ku mayînê diteqîne, 3 êlegê xwekujî, 3 keleş, 27 şarjorên keleşe, 3 rext, 5 bombeyên destan û maşînek hatin desteserkirin.

Di operasyona hemwext de çeteyê bi navê Mahmûd ku li Reqqayê wek Endamê îstihbaratê hatibû perwerdekirin û li Rojava zanyarî kom dikir hate girtin. Di îtîrafê de Mahmûd daye xuyakirin ku karî wî ew e ku ji Ezaz û Reqqayê keşfa rêyan bike. Di heman demê de diderbaskirina maşineyên  bombebarkirî yên bi rengekî weşartî.

Maşina bombebarkirî ji Cerablusê hat

Di operasyona hemwext a 28′ê kanûnê de li ser rêya Serêkaniyê û Hesekê maşîneke bombebarkirî hate girtin. Di maşîneyê xwekujê bi navê Feysel Abdulkerîn El-Hîlalî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Leşkerî hat girtin û maşîne hat bêbandorkirin. Hîlalî maşîneya bombebarkirî li Cerablusê amade kiriye û ji wir ber bi Minbicê ve derbasî Rojava kiriye. Cerablûs ku 24′ê tebaxê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, biûye cihê êrîşa li ser Rojava.

10 hucrê hatin bêbandor kirin

Hêzên Ewlekariya Leşkerî ragihandin ku li Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs hucreyên ku dixwestin bi mayîn û bombeyên ku amade kirine êrîşan pêk bînin hatin girtin. Hesen Mihemed Hisên yê bi berpirsê îstîhbarata DAIŞ′ê Ebû Welîd re dixebitî jî ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hat şopandin. Di encama vê şopandinê de li Qamişlo, Tirbêspiyê û Til Hemîs 10 hucrêyên DAIŞ′ê yên razayî hatin girtin.

Di vê operasyona ji aliyê Hêzên Ewlekariya Leşkerî de hatibû destpêkirin de, 16 çeteyên DAIŞ′ê û ser çeteyekî bi navê Hesen Muhammed Husin hatin girtin. Bi wan çeteyan re 9 mayînên ku bi kontrol tên teqandin, 3 mayînên miknatîsî, 11 funyê hesas, 35  funyê ceyranê, 3 mifteyên teqîna mayînan, 1 dûrbîn, 3 êlekê xwekujî, bêtêlek û hin tiştin din hatin dîtin.

Metirsî neqediya ye

Derbarê operasyonên ku hatine meşandin de, Hêzên Ewlekariya Leşkerî hişiyarî dan ku ew rojane operasyonan lidar dixin û li pêşiya gelek êrîşan digrin, lê metirsî didome û ev tişt da xuyakirin: “ Çeteyên DAIŞ′ê yên ku derbeyên mezin dixwin, dixwazin bi êrîşên li ser sivîlan xwe bihêz nîşan bidin. Dibe ku hemû gelên me li beramberî kesên bi guman haydar bin û alîkariya Hêzên Ewlehiyên bikin.” 


 ANHA /QAMİŞLO