Li Sûriyeyê piştî bayê 3. Civîna Cenevreyê despê kir, li meydana şer jî dijwarî gîhaşt asta herî mezin. Cephet El Nusra bi piştgiriya Ehrar El Şam, Fîlek El Şam û hin tabûrên girêdayî Artêşa Azad bajarê Îdlibê xistin bin kontrola xwe. Ew hêz xwe wek “Artêşa Fetih” bi nav dikin. Vê bûyerê da xuyakirin ku wê di demeke kurt de gelek tişt biguherin.

Piştî peymana di navbera hêzên li ser Sûriyeyê li hev kiribûn, ketin nava nakokiyan û peymana di navbera wan de hilweşiya rejîma Sûriyeyê gelek cihên opozîsyona Suriyê ya Sûnî Erebî girtibû, vegerand û opozîsyon jî li ser erdê lawaz kir. Di guhertina vê rewşê de rola Îran û Hîzbûlaha Lubnanê hebû. Lê faktora bingehîn ew bû ku hêzên destek didan opozîsyona Sûriyeyê, alîkariya xwe kêm kiribûn.

Di guhertina vê siyasetê de Qetar û Tirkiyê weke bereyekê cihê xwe girtin. Ji ber rewşa Misirê pêşketina grûbên tundraw ên li Sûriyeyê, Erebistana Suûdî, DYE pirr zêde alîkarî neda komên şer dikirin. Erebistana Suûdî ûu DYE´yê ev rewş wiha pênase dikir, “pere û çekên em didin dikevin destê grûbên tundraw”.  Divê de jî ne şaş bûn.


Destekê didin DAIŞ û Nusra yê

Li beramberî vê siyaseta Erebistana Suûdî û DYE, Qetar û Tirkiyê hêzên wek DAIŞ, Cephet El Nusra destek kirin. Di encama vê siyasetê de li heremê DAIŞ bû hêzeke sereke û bajarên wek Dêra Zorê, Reqa û gelek navçe xistin destê xwe. Pêşketina DAIŞ´ê bi destê Qetar û Tirkiyê bû û li ser vê mijarê gelek zanyarî jî hatine weşandin. Êdî pirr zêde eşkere nebe jî ev destek dewam dike.


Suûdî û DYE siyaseta xwe guhert

Lê xuya ye ku guhertineke mezin di vê siyasetê heye. Him di siyaseta Erebistana Suûdî de him jî di siyaseta DYE´yê de li Sûriye guhertinek diqewime. Bingeha vê guhertinê ne guhertinên hêzên li Sûriyeyê ne. Hêzên niha li Sûriye şer dikin heman hêz in ku berî niha wan dewletan ew ji bo alîkarînekirina xwekiribûn hêncet. Piştî Erebistana Suûdî koalîsyona Erebî ava kir û li dijî Hûsiyên Yemenê şer da despêkirin, wezna herêmê hate guhertin. Erebistana Suûdî bi vê operasyonê biryara zêdetir destwerdana herêmê dayiye.


Nakokiyên hêzan dewam dikin

Dîsa jî li dijî bandora Şiî-Îran ya Rojhilata navîn hêzên Sûnî xwe pirr belav û lewaz dibînin. Bi taybet tirsa wan hêzan ya nêzîkbûna DYE û Îranê di warê mijara navikî de hamleyekê pêwîst dibînin. DYE jî ji aliyekî ve him dixwaze li ser Îranê bandora xwe zêde bike, him jî dixwaze Tirkiyê, dewletên Ereb ên Sûnî li aliyê xwe bihêle. Lê ev nayê wateya di navbera wan hêzan de nakokiyên herêmê qediyane. Iraq, rejîma Sûriyeyê, Hûsiyên Yemenê, Hizbûllaha Lubnanê herçend hebûna xwe di alîkariya Îranê de bibînin jî, bi taybet hinek teserûfên Îranê li Sûriyeyê û Iraqê ji aliyê wan rejîman ve jî nayê qebûlkirin. “Îttîfaka Sûnî” jî di gelek aliyan de di nava nakokiyan de ye. Erebîstana Suûdî li dijî siyaseta Tirkiyê-Qetar a Misrê nerazî ye. Xuya ye ev nakokî wê bidomin.


Li ser Sûriyeyê tifaqeke nû

DYE piştî ku biryar da hêzên opozîsyona Sûriyeyê perwerde bike, vê îşaret bi destwerdana Sûriyeyê dikir. Niha vê destpê kiriye. Biryara DYE´yê ya destwerdana Erebîstana Suûdî û Tirkiyê jî divê mijarê nêzîk kir. Lê ev destwerdan hêj zelal nîne. Despêka wê Idlîb bû. Piştî girtina Cisir El Şûx û pêşketina van hêzan, wan berê xwe da Latkiye ku wek bajarekî Elewiyan, bûye hedefa wan hêzan.


Îran û Hizbûlaha Lubnanê çi dikin?

Li gora hin çavdêran him Hizbullaha Lubnanê, him jî hêzên Îranî hêzên xwe yên li herema Bakurê Sûriyeyê kêm kirine û kêmtir dikin. Dîsan li gora heman çavdêriyan ji ber wê jî rejîma Sûriyeyê bê berxwedanî bajarê Îdlibê ji Cephet El Nûsra re berdaye. Ev jî bi têkiliyên DYE û Îranê yên li ser mijara navkî ve giridayî tê şîrovekirin.


Tifaq ji navê Nûsra ne rihet e

Hêza bingehîn îro li erdê li ser navê tifaqê (DYE,Sûdî, Katar,Tirkiyê) Cephet El Nusra ye. Ev hêz fermî him ji aliyê DYE, him jî aliyê Erebîstana Suûdî û hem jî Tirkiyê ve “terorîst” tê qebûlkirin. Lê hêzên wek Ehrar El Şam, Fîlek El Şam û hin ketîbên artêşa azad derdixe pêş. Herçend ev hêz di warê îdeolojîk dene cuda ne jî ji Cephet El Nusra, ev tifaq wê rewa dibîne. Niha gelo wê tifaq karibe Cephet El Nusra bêbondor bike. Yan wê Nusra wan tabûrên artêşa azad bêbandor bike?


Hêzên ku DYE’yê perwerde kirinê 

Hêzên despêkê yên ji aliyê DYE´yê ve li Tirkiyê û Urdênê hatin perwerdekirin û wek hêzên nerm dihatin binavkirin êdî şer dikin. Li gora hin çavdêran ev hêz di girtina Idlîbê de aktîf bûn û niha di nava “Artêşa Fetih” de cihê xwe digrin. Lê gelo ev hêz di nava hêzên wek Ehrar El Şam de cih digrin ku ew hêz radîkal in, yan wek hêzeke serbixwe di nava “Artêşa Fetih” de ne, ev nayê zanîn.


Ji bo heremeke Sunî, hedef Heleb e!

Gelek çavdêrên siyasî didin diyarkirin ku hedefa tifaqa nû berî Cenewre 3´yê li bakurê Sûriyeyê heremeke Sunî ava bikin. Ji bo wê jî herçend niha berê wan hêzan li Latkiyê be jî esas armanc Heleb e! Gelek çavdêr kuştina Xalidl Heyanî ku gelek taxên Helebê kontrol dikir bi vê ve didin girêdan. Ji bo wê jî berî niha gelek tabûrên li herema Helebê beşdarî “Artêşa Fetih” dibin.


Armanc lawazkirin e

Hedefa tifaqa nû dualîtiya wê heye. Erebistana Suûdî û DYE´yê him lawazkirina rejîma Sûriyeyê û him jî lawazkirina DAIŞ hedef dikin. Lê li beramberê wê, Tirkiyê û Qetar bi tenê lawazkirina rejîma Sûriyeyê hedef dikin û hebûna DAIŞ´ê wek metirsiyek ji bo xwe nabînin. Ev jî di nava wan hêzan de nakokiyan çêdike.

 

Metirsî li ser Kurdan heye

Bihêzbûna wan hêzên radîkal ên wek Ehrar El Şam û Cephet El Nusra li ser herêmên Kurdî metirsiyeke mezin dide avakirin. Bi taybetî taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di encama operasyoneke li dijî Helebê wê çi bi xwe re bînê ne diyar e. Lê xuya ye Kurdan jî li beramberî van guhertinan amadekariyên xwe kirine û ji bo rewşên awarte amade ne.



AZÎZ KOYLUOGLU/ANHA