Rojnameya Washîngton Post di nûçeananîz a derbarê hevdîtina Pûtîn-Erdogan û mijara avakirina herêmê bê pevçûn de tesbîa ku ev plan wê ji ber YPG’ya ku li dij DAIŞ’ê şerê herî bi bandor dimeşîne biser nekevin.  Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan piştî hevdîtinê ragihand ku di mijara avakirina qadên bê pevçûn de bi Rusyayê re li hev kirine û wiha axifî: “Me daxwaziya xwe ya avakirina qadeke ewle ya 5 hezar kilometre qare ya Rai-Cerablûsê berê anîbû ziman. Niha jî mîna qadên bê pevçûn hatin îlan kirin.“ 

Çar herêm 

Herêmên qaşo ewle yên dewelat Tirk daxwaz dike, tê plankirin di bin kontrola çeteyên AKP’ê de li vîlayeta Îdlîb, li bakûrê bajarê Himûsê, li rojhilatê Guta û başûrê Sûriyeyê werin ava kirin. Lê belê Serokdewletê Rûsya Pûtin alîgir e ku biryara dawî ya di vê mijarê de rejîma Sûriyê û hêzên opozîsyonê di civînên Astanayê de bidin. Detayên plana mijara gotinê li Astanayê ji hikûmeta Sûriyeyê û komên çete yên Tirkiye destekê dide wan re hate pêşkêş kirin. Tê gotin ku leşkerên Tirk, Rûs û Îranê jî dikarin li herêman xebatên dewriyeyê bimeşînin. 

Putin ne zelal e

Rojnameya Îngîlîs Times mijar girte dest û destnîşan kir ku ne zelal e ka Pûtîn û Erdogan heman tiştî diaxifin. Rojname vê yekê jî disipêrê gotina Erdogan a herêmên bê pevçûn û ji bilî Îdlibê ne anîna rojevê ya tu herêmên din ên sînorê Suriye-Tirkiyeyê. 

MIT kete dewrê

Komên ku beşdarî civênên Astanayê dibin roja Sêşemê bi îdîaya ku tevî biryara agirbestê jî li Hama û Deraa artêşa Sûriyeyê bombebaranê dike biryara beşdarnebûna civînê dabûn. Hat ragihandin ku piştî hewldanê îstîxbarata Tirk MIT’ê ev kom ji bo beşdariya civînê hatina îqna kirin. 

Tekilî û nakokiyên tevlîhev

Plana herêmên qaşo ewle ya mijara hevdîtinên Pûtîn-Erdogan di çapameniya Emerîkayê de cihekî berfireh girt. Rojnameya Washîngton Postê destnîşan kir ku plana tê gotin Serokê DYA’yê Donald Trupm destekê didiyê wê di pratîkê de bi pirsgirêk û astengan re rû bi rû bimîne. Li gor rojnameyê pirsgirêka sereke jî nakokiya dinavbera DYA û Tirkiyeyê de ya derbarê YPG’ê de ye. 

Di şîroveya bi îmzeya Ishaan Theroor a bi ser navê, “Têkoşhina Rûsya-Tirkiye-DYA ya bi daxwaza rizgarkirina Sûriyeyê wê bikeve rewşeke gelekî tevlîhev“ û wiha hate gotin; “Her çiqas Erdogan, Pûtîn û Trump di mijara ‚herêmên bê pevçûn‘ de li heman eniyê xwuya dikin jî rêya li pêşiya wan ne bêasteng e. Parçebûyinên Sûriyeyê rehê xwe berda ne û kurr in. Hevkariya hêzên mezin ji bo nermkirina pêvajoyê wê tiştekî zêde bi xwe re neyîne.“

 Di stratejiyê de nokokiyên mezin

Rojname ku bibîr dixe komên muxalefetê beşdarbûna Astanayê rewestandibûn dibeje di têkoşîna li dij DAIŞ’ê de DYA û Tirkiyeyê di nava têkoşîneke tund a stratejîk de ne. Rojname diyar dike ku di mijara êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Şengalê de nakokiyên mezin hene. 

Yê ala reş daxe wê dîrokê binivîsine

Ji Waqfa Century Aron Lund ku Washîngton Postê nerînên wî girtine rewşê wiha analîz dike: “Daxistina ala DAIŞ’ê ya li Reqayê pêl dibe wê were wateya nivîsandina navê xwe li rûpelên dîrokê. Û tu niyeta Erdogan tuneye destûrê bide ku dijminê wî yên Kurdan serê ejderhayê cîhadvan jêkin û mîna şovaliyeyekî bi zirx ê prensesa rojavayî rizgar bikin. Bi taybetî jî di rewşeke ku difikire wê nîvî ji qraliyeta Sûriyeyê jê re pêşkêş nekin de.“


Pentagonê bersiva Çewîk da: QSD şirîkê herî biewle ye

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê Eric Pahon bersiveke tund da gotinên şêwirmendê Erdogan Îlnûr Çewîk ê digot, dibe ku leşkerên Emerîkî jî li Sûriyeyê werin kuştin. Pahon got, “Em van gotinan mîna yên bê berpirsiyarî û nayên qebûl kirin dibînin.“

Pahon ku nerînê xwe bi sîteya înternetê ya bi navê Xeta Washîngtonê re parve kirin got ku QSD hevkarê wan ê herî biewle ye û wiha berdewam kir: “Hêzên Koalîsyonê li nêzî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ji bo peçûnên di navbera QSD û Artêşa Tirk de lêkolîn bike li herêmê gera dewriyeyê pêk anî. Armanc ewbû ku tansiyon li herêmê were daxistin û pêwistiyên ku me ji hevkarên xwe Tirkiye û QSD’ê re dane bibin serî.“


Wêneyên YPG’ê pêşkêşî Pûtîn kirin

Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan ku di vegera ji Soçiyê depirsên rojnamevana di balafirê de bersivandin destnîşan kir ku wî bêzariya xwe ji wêneyên ku YPG’î û leşkerên Rûs li kêleka hev cih digirin de ji Pûtîn re aniye ziman. Erdogan îdîa kir ku Pûtîn gotiye, “Nabe ku leşkerên me di nava karekî wisa de bin, ezê lêkolîn bikim“ û got jiniha û şûnde her tişt girêdayî helwesta Pûtîn e. 


 NAVENDA NÛÇEYAN