Kurdên lî Almanya dijîn doza nasname û mafê xwe dikin. Bi mebesta destpêkirina kampanyaya YEK-KOM ê ya „Kurd jî li Almanya nasname û mafê xwe dixwazin“ li paytexta Almanya Berlînê jî komcivînek hate lidarxistin. Di komcivînê de li ser navê YEK-KOM ê Belgîn çîrkîn, Serokê Cemaeta Kurd Riza Baran, Serokê înstîtûta Kurdî ya li Almanya Fehmî Balayî, Serokê Meclîsa Gel a Berlînê Ismaîl Parmaksiiz, Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Berlînê Erkan Demîrdaş, nivîskarê Kurd Mihemed çelkî, nûnerên mizgeftên Kurd ên li Berlînê, Serokê Meclîsa Gel a NeuKollnê Abdullah Aydemîr û nûnerê YXK ê beşdarî kirin.
Di komcivînê de giştînameya navendî ya YEK-KOM ê hate xwendin û danûstandin li ser hate kirin. Di encama gotûbêjan de biryara du komîsyonên ku li navenda Berlînê xebatên daxwaza nasnameya Kurdî bi rê ve bibin, hatin girtin. Li gor vê plansaziyê du komîsyonên ku ji bo xebatên bi saziyên Alman û yên Kurdan bi rê ve bibin, hatine hilbijartin. Li gor plansaziya komcivînê di 1 ê Tebaxê de wê standên agahdariyê bêne vekirin, daxwazname ji saziyên fermî yên Alman re bêne şandin. Wê seyraneke keştiyê ya bi mebesta danasînê bê lidarxistin, kartên îmzeyan bêne amadekirin û gelek belavokên agahdariyê bêne belavkirin.
Wê her dever bête agahdarkirin
Di komcivînê de serokê meclîsa gel a Berlînê îsmaîl Parmaksiz axivî. Parmaksiz diyar kir ku dê li zanîngehan, li saziyên Alman û koçberên li Berlînê, heta mizgeftan û parlamentoyê jî gelek semîner û çalakiyên ji bo danasînê bêne amadekirin. Wê 3 hezar kart û belavokên Kurdî, Almanî û bi zimanên din jî bêne belavkirin.
YEKO ARDIL/BERLÎN