Piştî darbeya dewleta Tirk a li dijî sê şaredariyên mezin ên Bakurê Kurdistanê li Ewrûpayê platformeke nû ya berxwedanê hate avakirin. Platforma Demokrasiyê banga tevgera lezgîn kir û teqwîma çalakiyan ragihand.
Nûnerên saziyên koçberên li Ewrûpayê û sirgûnên polîtîk ên Kurdistanê û Tirkiyeyê li Berlînê bi hev re platform ava kir.
Di nava wan de KCDK-E, KOM-MED, HDP Elmanya, Nûnerê AVEG-KON, HDK Berlîn Brandenbûrg, Yekîtiya Sûryaniyên Ewrûpayê, ATÎK, ATÎF, DÎDF, Cemeata Kurdên Brandenbûrg Berlînê, KKP’ê, SKYP, ADHK’Ê û AGEB’ê jî hene.
Paltformê piştî civîna xwe ya doh, teqwîmeke çalakiyan jî eşkere kir.
Li gorî vê, ji bilî banga beşdariya çalakiyên îro (24´ê Tebaxê), 26-27-28’ê Tebaxê wê çalakiyên konvedanê yên navendî werin lidarxistin.
29’ê Tebaxê li meydanan, li derdora şaredariyan û li Brûkselê li dora PE’yê wê çalakiya zincîrê ji mirovan were kirin.
Li ber Konseya Ewrûpayê (KE) li Strasbourgê 4-5-6’ê Îlonê wê çalakiya rûniştinê ya 2 rojî were kirin.
Wekî din wê çalakoyên agahdarkirin û hestiyarkirinê jî li her deverê hebin. n BERLÎN