Koordînasyona Platforma NA ya Fransayê li Parîsê li hev civiya û plansaziya xwe ya dema pêş diyar kir. Hevberdevkên Platformê dan xuyakirin, ku ew ê karê xwe bi sê beşan bimeşînin û got, "Vê gavê karê me yê sereke wê kontrolkirina qeyda hilbijêran be ku ev ê heta 26'ê Sibatê saet 17:00 dewam bike." Koordînasyonê da zanîn, ku komîteya çapemenî û weşanê ya platformê wê bi vê armancê bang li hilbijêran bike. Koordînasyonê ragihand, wê li gelek bajarên Fransayê panel û civînên gel jî bên lidarxistin. Koordînasyonê her wiha ji bo meş û mîtînga 'NA' ya 4'ê Adarê roja Şemiyê saet di 14:00 de li Gar de l'Est bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. 


PARÎS